Ji Burkan El Firat li dijî DAIŞ operasyon: 15 çete hatin kuştin

Ji Burkan El Firat li dijî DAIŞ operasyon: 15 çete hatin kuştin

Hat ragihandin ku hêzên parastina hevbeş a bi navê Burkan El Firat li dijî çeteyên DAIŞ li başûrê Kobanê operasyonek dan destpêkirin, 15 çeteyên DAIŞ hatin kuştin.

Îro nîvro seat 13.00’an hêzên parastina hevbeş a Burkan El Fırat li hember çeteyên DAIŞ a li ser Pira Karakozat a dikeve başurê Kobanê cih girtîbûn operasyonek li dar xistin. Di encama operasyonê de 15  çeteyên DAIŞ hatin kuştin, wesayîtek jî hat rûxandin.