Ji bo şervanê YPG’ê yê ji Fransayê merasîm hate lidarxistin

Şervanê ji Fransayê Farid Mehjahed yê ku di 6’ê Cotmehê de li Dêrazorê di operasyona li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûbû, li Marsîlyayê hate veşartin.

Şervanê YPG’ê yê ji Fransayê Farid Medjahed îro li Marsîlyayê bi girseyî hate veşartin.

Ji bo şervanê ji Fransayê li Navenda Civakî ya Demokratîk saet di 09.00’an de merasîmek hate lidarxistin. Li eywana merasîmê posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên YPG û YPJ’ê hatin daliqandin.

Çalakgerên greva birçîbûnê jî tevlî merasîmê bûn. Çalakiya greva birçîbûnê ji bo hevgirtina Leyla Guven û ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan tê kirin.

Di merasîmê de bavê Medjahed axivî û diyar kir ku kurê wî her dem bi bindestan re bû.

Li ser navê Navenda Civakî ya Demokratîk Xebat Ocalan jî sersaxî xwest û got:“Wî zilma li ser gelê Kurd qebûl nekir.”

Cenazeyê Medjahed bi konvoyê birin goristanê û li wê derê veşartin.