Ji bo pêşî li germahiya global bê girtin divê enerjiyên fosîl bên terkirin
Ji bo pêşî li germahiya global bê girtin divê enerjiyên fosîl bên terkirin
Ji bo pêşî li germahiya global bê girtin divê enerjiyên fosîl bên terkirin
Mijara kêmkirina gazên sera ku rê li ber germahiya global vedike, wê sala pêşiya me di Civîna Avhewayê de be. Gelek welat tevî ku berê xwe dane hewldanên çavkaniyên enerjiya dikare bê nûkirin, petrol, gaz û komîr li ser çavkaniyên enerjiya fosîlê hê li ser teşwîqên ku dewlet dide de cihekî girîng digire.
Di roja me ya îro de li cîhanê ji sedî 20 ji çavkaniyên tê nûkirin enerjiyê digirin. Bi giştî para çavkaniyên tên nûkirin yên wekê roj, ba, av û biyo di salên dawî de her diçe zêde dibe.
Lê tevî vê ku ji bo çavkaniyên enerjiya fosîl (petrol, gaz, komir) 6 dolar teşwîq tê dayîn û enerjiyên dikarin bên nûkirin tenê li ser dolarekî tê teşwîqkirin.
Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) diyar kir ku ji sedî 8’ê butçeyên neteweyî yên cîhanê ji bo teşwîqên enerjiya fosîlê tê bikaranîn.
Girîngiya çavkaniyên enerjiya tê nûkirin jî bi nîqaşên germahiya global re zêdetir bûye. Piştî sedsala 18’an rêjeya gaza serayê ya li atmosferê, piştî sanayibûnê her çû zêde bû.
Van gazên ku rê li ber germahiya global vekir, di avabûna gazê de û para enerjiyên fosîl jî ji sêyan du ye.
Li Elmanyayê para giştî ya enerjiyên fosîl gelek girîng e. Elmanyaya ku heta sala 2022’an de wê santralên nukleerê bigire, tenê para gazên ku komîrê li atmosferê belav kiriye nêzî ji sedî 40’î ye. Li gorî Qanûna Enerjiya tê Nûkirin para qirêjiya komirê ya hewayî ji sedî 7 e.
Hinek welatên din ên Ewropayê jî bi giştî ji enerjiya fosîlê derketin û biryar dan ku enerjiya tê nûkirin derxin pêş. Di vê çarçoveyê de tê hedefkirin ku heta sala 2030’an çavkaniyên enerjiya tê nûkirin hedef bigirin.
Sala pêşiya me li Parîsê wê Civîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî pêk bê. Tê payîn ku di civînê de peymaneke nû li şûna Peymana Kyoto bê qebûlkirin.