Ji bo girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin

Platforma Azadî Ji Bo Aysel Tûglûk û Girtiyên Nexweş, ji bo serbest berdana Tûglûk û girtiyên nexweş kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.

Platforma Azadî Ji Bo Aysel Tûglûk û Girtiyên Nexweş, ji bo serbest berdana girtiyên nexweş û Tûglûk kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Platformê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li hemberî Îskeleya Karşiyakayê daxuyanî da. Di dema daxuyaniyê de dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana zinandan" hatin berzkirin. Nameya ku dê ji Wezareta Dadê re bê şandin, ji aliyê Ebrû Dînçer ve hat xwendin.

‘BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ WERIN SERBEST BERDAN‘

Dînçer piştî xwendina nameyê, destnîşan kir ku tu kesên xwedî wijdan pêkanînên dijî mirovahiyê yên li girtîgehan qebûl nake û got: "Berî ku kesek din jî jiyana xwe ji det bide, em dixwazin demildest şert û mercên girtîgehan bên başkirin û girtiyên nexweş bên berdan. Em naxwazin bibin şirîkê feraseta zilimkar. Em di mirovbûnê de israr dikin. Em bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin ku pêşî li ber vê zilmê bigirin."

Dînçer ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo berdana girtiyên nexweş û Aysel Tûglûkê dane destpêkirin û paşê dê encama wê ji Wezareta Dadê re bê şandin, bang kir.