Ji bo gaziyê Pirsûsê Guneş wê li Îzmîrê biçin ser dikê

Lîstikvanên Şanoya Yenîkapi a Izmîrê, lîstika pêşî ya vê serdemê ji bo mesrefa tedawiyê ya gaziya komkujiya Pirsûsê Guneş Erzurumoglu wê biçin ser dikê.

Ji bo piştevaniya li Guneş Erzurumoglu ku ji komkujiya Pirsûsê bi birîndarî filitî û ji bo ku tendiristiya wê baş bibe li Swîsre tedawiyê dibîne, lîstikvanên Şanoya Yenîkapî ya Izmîrê ketin nav liv û tevgerê. Ji bo mesrefa tedawiya Erzurumoglu li Swîsreyê were kirin, ku di êrîşa xwekuj a Pirsûsê de ji bilî milê çepê hemû gewdeya wê şeht bûye, sibe lîstikvanê Şanoya Yenîkapiyê wê lîstika Molîere ‘’Efendî’’ bilîzîn.

Hemû hatine ku ji lîstikê wê were, wê ji bo mesrefa tedawiya Erzurumoglu were terxankirin. Lîstika ku wê li Navenda Çandê ya Eşref Paşa Selahattîn Akçîçek were lîstin, saet 20.30’an wê dest pê bike.

Ji lîstikvan ku ji bo Erzurumoglu wê derkeve ser dikê got, li dijî komkujiyan divê her kes bibe piştevan û bang kir bila sibe her kes biçe lîstikê.

Gaziya Pirsûsê Erzurumoglu duh di hesabê xwe yê medyaya sosyal de bang li her kesî kir ku ji bo tedawiya wê bihistyar bine.