Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parêzeran serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serlêdan kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serlêdaneke nû li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê kirin.
Ji parêzerên Abdullah Ocalan, Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn hevdîtinê bikin.