Ji bo dîtina Abdullah Ocalan ku agahî jê nayê girtin, serlêdan hate kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku agahî jê nayê girtin, serlêdan kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku agahî jê nayê girtin, serlêdan kirin.
34 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin. Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serlêdaneke nû li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Saziya Ceza û Înfazê ya Îmraliyê kirin. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîmez, Emran Emekçî û Cenzîz Yureklî ve hate kirin.
Parêzeran ji bo muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.
Serlêdanên hevdîtinê yên ji bo Abdullah Ocalan û 3 girtiyên ên li Îmraliyê, bi hinceta “cezayên disîplînê” tên astengkirin. Dadgeh hejmara dosyayê ya derbarê cezayê disîplînê, eşkere nake.