Hunermend Emel Çîftçî hat girtin

Hunermend Emel Çîftçî ku li Amedê hat destgîrkirin, bi îdiaya ‘’endamtiya rêxistinê’’ û ‘’rêvebertiya rêxistinê’’ hat girtin.

Hunermenda Kurd Emel Çîftçî ku ji bo tedawî bibe serê sibehê li Amedê çû nexweşxaneyê, bi hinceta ku biryara girtina wê heye, hat destgîrkirin. Emel Çîftçî ku bi hinceta lêpirsînên li Enqereyê û Êlihê dest pê hatiye kirin hat destgîrkirin, pêşiyê ji ber gotinên şahidê veşarî Ûlaş di der heqê wê de kirine, îfade da. Çîftçî ku bi rêya pergala SEGBÎS’ê li Edliyeya Amedê pêwendiya bi dadgehê re hat danîn, ji ber gotinên şahidê veşarî di der heqê wê de kirine hat sûcbarkirin.

Çîftçî ku di çarçoveya xebatên çand û hunerê de bi îdiaya ‘’endamtiya rêxistinê’’ û ‘’rêveberiya rêxistinê’’ îfadeyê wê hat girtin, bi daxwaza girtinê sewqê Dadgeriya Silh û Ceza ya Nobetdar hat kirin.

HINCETA SÛCBARKIRINÊ GOTINÊN ŞAHIDÊ VEŞARÎ NE

Çîftçî ku bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) li Dadgeriya Silh û Ceza ya Nobetdar a Enqereyê îfade da, hat girtin. Gotinên şahidê veşarî, raporên analîzê yên darayî yên MASAK’ê, raporên analîzê yên HTS’ê û mêvandarîbûn li otelan di çarçoveya xebatên çand û hunerê de, dadgehê kirin mijarên sûcbarkirinê.

DIVÊ DEMILDEST EMELIYAT BIBE

Çîftçî û parêzerên wê raporên tenduristiyê pêşkêş kirin ku pençeşêra malzarokê li Çîfçiyê ketiye û divê demildest emeliyat bibe. Tevî hat diyarkirin ku Nexweşxaneya  Dewletê ya Rezan ku Çîftçî lê tedawî dibe, cihê wê yê sabît e, dadgeriyê biryara girtina wê da. Her wiha hat zanîn ku nexweşiya guatrê bi Çîfçiyê re heye.

Emel Çîftçî ku hat girtin û sewqê Girtîgeha Jinan a Amedê hat kirin.