Heyva Sor a Kurdistanê alîkariya dermanan da Rojava
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Rojava 350 kîlo derman û alavên tendirustiyê ji Rojava re şand.
Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Rojava 350 kîlo derman û alavên tendirustiyê ji Rojava re şand.
Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyên xwe ji bo gelê Rojava didomîne.
Di çarçoveya projeya alîkariya Rojava de, Heyva Sor a Kurdistanê ji Îtalyayê 350 kîlo derman û alavên tendiristîyê ji bo gelê Rojava şand.
Ev derman û alavên tendirustiyê bi hevkarîya saziya Îtalî Staffetta Sanitaria hatibû dabînkirin.
Derman û alavên tendirustiyê yên ku hatibûn şandin, di 7’ê Tebaxê de radestî Rêveberiya Heyva Sor a Kurd hate kirin.
Rêveberiya Heyva Sor a Kurdistanê got alîkariyên wan ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê wê dewam bike.