'Hewce ye ku Tirkiye ji nû ve were avakirin'

Wekîlê HDP'ê Katircioglu diyar kir ziyana ku desthilatê daye pir cidî û giran e û got, ''Hewce ye ku Tirkiye nû ve were avakirin, bi reforman, bi vegera li pergala parlamenter tenê nabe.''

Wekîlê HDP'ê Erol Katircioglu bal kişande ser têkoşîna nasnameyê ya Kurdan û têkoşîna çînayatiyê û giringiya hevparbûna qada van du berxwedanan destnîşan kir.

Katircioglu diyar kir muxalefet hêza xwe ji du dînamîkan distîne, yek ji van tevgera siyasî ya Kurd e ku bi çarçoweya hişmendiya ku zorê li demokrasiyê dike û bi daxwazên nû derdikeve û ji bo ku guherînê bike têdikoşe û lêgerîna nasnameyê ye, ya dî jî têkoşîna karkeran e ku têkoşîna sendîkayê didin. Katircioglu got, ''Ya duyan qadeke pir qels a têkoşînê bû lê bi encama xirab rêveberiya aboriyê tabloyeke wiha derkete holê. Bi ya min wê grev kedeke girîng bide demokrasiya Tirkiyeyê.”

Katircioglu bi berdewamî got, ''Dînamîka Kurd daxwazên xwe her dem geş dike. Her çendî zextên giran li ser bêne kirin jî dev ji daxwazên xwe naqere. Berxwedana dînamîka dî ya karkeran berê baştir bû .Xasma jî piştî qanûnên piştî salên 80'yî hatine derxistin sendîkatî hate astengkirin. Ji ber vê jî têkoşîna çîna karker têra xwe dernekete holê. HDP dibe ku wiha nîşan didin ku zêdetir li ser siyaseta nasnameyê disekine lê li ser têkoşîna çînayatî zêde nasekine. Lê em pê dizanin, têkoşîna nasnameyê û çînayatiyê bi esasî parçeyên eynî têkoşînê ne.''

Katircioglu bal kişande ser guherîna Tirkiyê ya di serdema AKP'ê de û got, ''AKP ketiye şûna dewletê, li pêşberî me dewleta partiyê heye. Ji ber vê jî guherîna van saziyan dibe ku gelek wext bistîne. Divê mirov nekeve wê şaşîtiyê ku dibêje heke em werin desthilatê em ê hinek reforman bikin, ekonomî û siyasetê rast bikin. Ziyana ku danê pir cidî û kûr e. Divê Tirkiye ji nû ve were avakirin, bi reforman, vegera li pergala parlementer ev nabe. ''

Herî dawî wekîlê HDP'ê Katircioglu diyar kir dewletê dev ji polîtîkayên şer neqeriyaye, polîtîkaya şer û rageşiyê didomîne û krîza berdest a aborî jî encama vê polîtîkaya şer e.