Di ser komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an re 23 sal derbas bûn, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di encama komployê de dîl hate girtin û li Girava Îmraliyê bi hiqûqeke taybet di nava tecrîdê de tê hiştin.
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Îlknûr Alcan li ser tecrîdê û hiqûqa taybet a li Îmraliyê ji ANF'ê re axivî.
Hevseroka OHD'ê ragihand ku ew timî vê tespîtê dikin û got, "Li girtîgehên Tirkiyeyê eger mafên mirovan tên binpêkirin, ev kiryar destpêkê ji Girtîgeha Îmraliyê hatiye destpêkirin û li girtîgehan hemûyan hatiye belavkirin. Mînak, niha bi hinceta şewbê gelek caran li girtîgehan mafên mirovan têne binpêkirin. Hem axaftina bi telefonê hem jî hevdîtina rû bi rû tên astengkirin. Ev hemû jî beriya niha di sîstema cezakirinê ya Îmraliyê de hatin bicihanîn."
Îlknûr Alcan diyar kir ku rejîma li Îmraliyê li derveyî hemû qanûnên li Tirlkiyeyê û hiqûqa navneteweyî ye û got, "Ev hiqûqa taybet li dijî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), Dadgeha Destûra Bingehîn, Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û Qanûna Ceza ya Tirkiyeyê ye. Destûr nayê dayin, ku Abdullah Ocalan karibe malbat û parêzerên xwe bibîne. Mafê xwe yê telefonê karîbû tenê carekê bi kar bîne, ew jî bi rêya Dozgeriya Komarê dan kirin, ku ev kiryar ji bo girtiyên din nehatiye bicihanîn. Ji xwe nîvco hate hiştin. Hem Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, hem me ji bo dîtina muwekîlên xwe serlêdan kirin. Herî dawî 750 parêzeran metneke îmzeyê weşandin, me got ku divê parêzer karibin muwekîlên xwe bibînin. Ji ber ku ev mafekî qanûnî ye û ya ku niha tê kirin sûc e."
Îlknûr Alcan diyar kir ku weke OHD'ê ji bo bicihanîna biryara DMME'yê wan serlêdan kirin û got, "Me serî li komîteyê dan û niha heta payîzê dem dane Tirkiyeyê. Cezayên girtîgehê yên girankirî yên heta bi hetayê heta ku işaret bi Abdullah Ocalan neyê kirin wê nikaribe bê axaftin. Anîn rewşeke welê ku ev ceza heta mirinê li girtiyan tê ferzkirin. Li devereke din a cîhanê tiştekî bi vî rengî nîne. Ji aliyê hiqûqî ve mijareke cihê nîqaşê ye. DMME ji bo cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî dibêje, 'Nabe ku tu mirovan heta dawiya emrê xwe bigire, wê biryara xwe dem bi dem jinûve binirxîne'. Nabêje berde, lê dibêje di ber çavan re derbas bike. Ji bo vê jî di hiqûqê de dibêje 'mafê hêviyê'. Lê belê Tirkiye vê jî pêk nîne. Ev hemû bi rejîma înfazê ya Îmraliyê hate ferzkirin, mîna ku min di destpêkê de qalê kir. Tecrîd weke li girtîgehan li nava jiyana civakî jî belav dibe. Aliyên aborî, civakî yên vê yekê hene. Hikumet kesê ku ji bo aştiyê pê re hevdîtin dikir, tecrîd dike. Ev yek hêviya aştiyê ya gelên Tirkiyeyê jî tune dike."