Hevdîtinên koalîsyonê yên CDU û SPD giran dimeşin
Hevdîtinên koalîsyonê yên CDU û SPD giran dimeşin
Hevdîtinên koalîsyonê yên CDU û SPD giran dimeşin
Li Elmanyayê tevî ku di ser hilbijartinên giştî de 50 roj derbas bûne jî, hînê hikûmeta nû nehatiye avakirin. Kovara Der Spîegel ragihand ku Partiya Sosyal Demokrat (SPD) û Demokratên Xiristiyan (CDU) di mijara parvekirina wezaretan de li hev kirine, lê belê her du partî hînê di gelek mijaran de li hev nekirine.
Di hilbijartinên giştî yên 22'ê Îlonê de CDU ya bi lîderiya Serokwezîr Angela Merkel û partiya birayê wê CSU serketineke mezin bi dest xistibûn, lê belê nekarî bi tena serê xwe bibûna desthilatdar. Tê gotin di hevdîtinên koalîsyona navbera CDU/CSU û SPD de di gelek mijaran de nakokî hene, lê di mijara parvekirina wezaretan de li hevkirin çê bûye.
Kovara Der Spîegel ragihand ku lîderê SPD'ê Sîgmar Gabrîel dê di koalîsyona gengaz a CDU/CSU-SPD'ê ya bi lîderiya Angela Merkel de bibe Alîkarê Serokwezîr. Kovarê diyar kir ku li gorî lihevkirina di hevdîtinên koalîsyonê de, dê wezareta karên hundur, wezareta edaletê, wezareta karên derve û wezareta parastinê ji partiyekê bin. Hînê diyar nebûye ku kîjan partî dê çend wezaretan bi dest bixe.
HEVDÎTINÊN KOALÎSYONÊ DIKARIN DEWAM BIKIN
Tevî ku di ser hilbijartinan re 50 roj derbas bûne jî, di hevdîtinên koalîsyonê de hînê di hemû mijaran de li hevkirin çênebûye. Di nava sozên hilbijartinê yên CDU/CSU de parastina rêjeya heyî ya bacê û nestandina deynên nû hebû. Lê belê di nava yek ji sozên herî girîng ên SPD de bacên nû hebû.
Sekreterê Giştî yê SPD'ê Andrea Nahles di hevpeyvîna xwe ya ji bo Spîegel Online de diyarkiribû ku eger ji bo dewlemendan û xwediyê hatineyên pir baceke zêde were girtin, dê şert û mercên jiyanê yên gelê Elman baştir bibin.
Tê zanîn ku di hevdîtinên koalîsyonê de di mijarên teqawît, maliye, xercên rêyan û pêkanîna heqdestê herî kêm di hemû sektoran de, lihevkirin nîne.
Yek ji rêveberên Koma SPD'ê ya li Meclîsê Thomas Oppermann jî di hevpeyvîna xwe ya îro a li Tagesspîegelê de got, "Em ji encameke kuk endamên SPD'ê karibin erê bikin, gelekî dûr in."
70 siyasetmedarên pêşeng ên her du partiyan, dê sibê hevdîtinên xwe ji cihê mayî, dewam bikin. Di hevdîtinên sibê de wê kirê avahiyan, polîtîkayên rêyên hesinî û enerjiyê bên nirxandin.