‘Hemû hewldanên me ji ku Lozanek duyemîn neyê jiyîne’

‘Hemû hewldanên me ji ku Lozanek duyemîn neyê jiyîne’

35’emîn salvegera damezrandina PKK’ê li bajarê Marsilya ya Fransayê hat pîrozkirin. Hevserokê PYD’ê Salih Muslim tevli şevê bûn û bername li salona resepsiyona Place des Roses pêk hat. Muslim di şevê de axivî û got: “Mîmarê şoreşa Rojava şehîdên me ne. Em dê girêdayê bîranîna şehîdên xwe bin.  Em kurd dê desturê nedin Lozana duyemîn.

Şeva ku bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, hevserokê PYD’ê Salih Muslim û siyasetmedarên kurd Cuma Tak axivîn.

Muslim 35’emîn salvgera PKK’ê pîroz kir û got ji gelê kurd wêdetir, deyndarê tu kesî nînin. Muslim di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku ji bo ku gelê kurd bigihêjin mafên xwe û neheqiya di Lozanê de li kurdan hat kirin dubare nebe, her roj li Rojava şehîdan didin. Muslim wiha pê de çû: “Mîmarê şoreşa Rojava şehîdên me ne. Em dê girêdayê bîranîna wan bin. Her çar parçeyên Kurdistanê li şoreşa Rojava xwedî derdikevin.  Mahabad, Amed, Kerkuk, Silêmanî, Hewlêr û hemû bajarên kurdan li pişt me ne û em spasiya xwe dikin.

Axaftina Muslim dem bi dem bi dirûşmeyan qut bû.

Siyasetmedar Cuma Tak jî axivî û da zanîn ku PKK ne tenê partiyek siyasiye di heman demê de partiyek jiyanê ye. Tak, kurdên ku tevli mîtîna Erdogan ya Amedê bûne rexne kir û got dîrok bi berxwedanan tê nivîsin.

Di şevê de Kawaye Urmiye, Kadir Çat, Reber, Rojda Biter, Cuneyt Kartal, Burhan Karakaş, Renas Demhat derketin ser dîkê.