Hejmara Sibatê ya kovara Stêrka Ciwan derket
Kovara ciwanan a mehane Stêrka Ciwan ku li Ewropayê tê weşandin, hejmara xwe ya meha Sibatê weşand.
Kovara ciwanan a mehane Stêrka Ciwan ku li Ewropayê tê weşandin, hejmara xwe ya meha Sibatê weşand.
Kovara ciwanan a mehane Stêrka Ciwan, ku yek ji weşanên herî demdirêj ên Kurdên li Ewropayê ye, hejmara Sibata 2022'an çap kir.
Di kovarê de li gel zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî, bi zimanên Elmanî û Tirkî jî nivîs hene. Kovarê giranî da ser mijarên komploya 15'ê Sibatê, qutbûna ji welêt û mêtingeriyê.
Di hejmara vê mehê de analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser komployê hatin parvekirin.
Her wiha Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi sernavê "Sala 2021'ê bi pêşengiya ciwanan berxwedana gerîlla derba hilweşandinê li faşîzma AKP-MHP'ê xistiye" di hejmara Sibatê ya kovarê de hate weşandin.