HDP’yî li hemberî benda kontrolê li ber xwe didin
Endamên HDP’ê yên ku ji bo Konferansa Herêmî kom bûn li hemberî avakirina benda kontrolê ya li pêşiya eywanê rê ji trafîkê re girtin. Polîsan êriş kirin û endamên HDP’ê destgîr kirin.
Endamên HDP’ê yên ku ji bo Konferansa Herêmî kom bûn li hemberî avakirina benda kontrolê ya li pêşiya eywanê rê ji trafîkê re girtin. Polîsan êriş kirin û endamên HDP’ê destgîr kirin.
Polîsan li pêşiya eywana ku wê Konferansa Herêmê Amedê ya HDP’ê were lidarxistin, benda kontrolê danîn. Endamên partiyê yên ji bo konferansê kom bûn bertek nîşan dan, eywan vala kirin û rêya Stadê ji trafîkê re girtin.
Bi sedan HDP’yî yên ku Berdevka HDP’ê Ebru Gunay, Berdevka Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran û Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayyip Temel jî rastî êrişa polîsan hatin. Polîsan gaz li ser HDP’yiyan reşand û Çekdar Bûdak ê HDP’yî destgîr kirin. HDP’yî bi slogan li kêleka rê li ber xwe didin û dixwazin benda kontrolê ya li pêşiya konferansê were rakirin.