HDP: Em ê hesabê sûcê windakirinê bipirsin
HDP'ê bi wesîleya 17-31'ê Gulanê "Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di Nezaretxaneyê de ya Navneteweyî" daxuyaniyek da got, wê hesabê sûcê windakirinê bê pirsîn.
HDP'ê bi wesîleya 17-31'ê Gulanê "Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di Nezaretxaneyê de ya Navneteweyî" daxuyaniyek da got, wê hesabê sûcê windakirinê bê pirsîn.
Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê yê ji Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Umît Dede daxuyaniyek weşand û got, "Hefteya Têkoşîna li dijî Windakirina di Nezaretxaneyê de ya Navneteweyî, ji bo li aqûbeta wan kesan bê pirsîn, ku di encama polîtîkayên şerê qirêj ê desthilatdarên faşîst û despot de li nezaretxaneyan hatin windakirin, ji bo xwedîderketina li bîranîna wan û hesabpirsîna ji berpirsyaran, hefteyeke çalakiyan e."
Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Ji dema windakirinan û vir ve dewletê lêpirsîneke xurt li ser windakirina bi zorê nemeşand, dosyayên dozê jî bêxwedî hatin hiştin. Mixabin gelek dosya, ji ber ku dem di ser wan re derbas bûne, hatine girtin. Lê belê di sûcên dijî mirovahiyê de pîvana 'derbasbûna demê di ser re' nîne. Dewletê rûyê xwe yê kujer li pişt pîvanên ûsûlê yên erzan veşartiye. Jiyana yên hatine windakirin û hêviya malbatên wan jî li naverastê hatine hiştin.
Li hemberî vê tabloya tarî, Komeleya Mafê Mirovan, mirovên şemiyê, xizmên girtiyan kêliyekê jî be xwe ji têkoşînê venegirtin. Bi lêgerîna li heqîqetê û windayan, polîtîkayên desthiladaran eşkere kirin û tarîtî ronî kirin. Xizmên windayan ên ku havîn û zivistanê, di nava germê û sermayê de ji lêgerîna xwe ya edaletê gav paş de neavêtin, îro jî lêgerîna xwe ya edeletê didomînin. Berpirsiyarê sereke yê van hemûyan ew hikûmetên tirsonek in ku nikarin bi rabirdûya xwe re rû bi rû bimînin. Em bang li hemû berbirsiyaran dikin ku arşîvan vekin, komîsyonan ava bikin û bi rengekî rast rû bi rû bin. Ger nebe ew ê ne windahiyên dawî bin û demokrasiya welat û hêviya jiyanekî wekhev û bi hev re çavê di tarîtiyê de bigre. Em soz didin em ê hesap ji hemû sûcên windakirinê yên ku bi qirkirina Ermeniyan dest pê kir û di Terteleya Dersimê û salên reş ên salên 90’î de bênavber dewam kir, bipirsin."