HDP: Em ê bêhiqûqiyan bişopînin
HDP: Em ê bêhiqûqiyan bişopînin
HDP: Em ê bêhiqûqiyan bişopînin
Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Beştaş diyar kir ji ber polîtikayên hikûmeta AKP’ê welat bi şerê navxweyî re rû bi rû ye û got ku ev pêkanîn salên dema 12’ê Îlonê û 90’an bibîr dixe. Beştaş diyar kir ji ber tiştên rû didin ew bifikarin û wê pêkanînên bêhiqûqiyê bişopînin.
‘AKP’Ê RÊ LI BER ŞERÊ NAVXWEYÎ VEKIR’
Alîkara Hevseroka Giştî ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş der barê binpêkirinên hiqûqî yên rojên dawî de zêde bûne daxuyanî da.
Beştaş diyar kir di rojên krîtîk re derbas dibin û wiha got: “Li aliyekî li Rojhilata Navîn tehdîta DAIŞ li aliyê din pêvajoya çareserî û aştiyê, ji ber pêngavên pratîkî pêwîst bû hikûmeta AKP’ê avêtibana neavêtin bi paşdexistinan re rû bi rû hatin, rê li ber rewşeke ku cardin welat bi şerekî navxweyî re rû bi rû bimîne re vekiriye.”
Beştaş wiha dewam kir: “Di serî de Serokkomar, Serokwezîr û Wezîrê Derve daxuyaniyên ji devê rayedarên herî jor ên dewletê tên dayîn, zerara malên gelemperiyê ji canan girîngtir dîtin xeternak e.”
‘BI FERMANA SEROKKOMAR Û SEROKWEZÎR…’
Beştaş diyar kir li Kerboran, Nisêbîn û Mûşê û gelek bajaran li ser gel ê nerazîbûna xwe ya demokratîk nîşan daye hêzên ewlekariyê gule reşandine û wiha got: “Di serî de Dîlok li gelek bajaran avahiyên me hatin şewitandin, hewldanên lînçkirinê çêbûn, tax û malên gelê Kurd lê dijîn ji wesayîtan hatine gulebaran kirin. Li gelek bajaran welatiyên me li ber çavên her kesî, li ber kamereyan hatine îşkencekirin. Ev hemû hewldanên komkujiyê yên di dîmenên raya navneteweyî de hene ji aliyê dewletê ve nehatine lêkolînkirin.”
Beştaş diyar kir dîsa weke polîtîkayên di salên 90’an de bi zorê windakirin an jî hewldanên revandinê li bajarên weke Îzmîr ên metropolan heya gihane hewldanên li hemberî Hevserokê Bajêr ê HDP’ê jî û hemû giliyên hiqûqî heta niha bê encam mane û di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Di nava çend rojan de di serî de Serokkomar û Serokwezîr bi fermana vekirî ya rayedarên hikûmetê bi sedan kiryarên îşkence û binçavkirinê çêbûne. Di van binçavkirinan de gelek welatiyên me bi şêweyekî derveyî hiqûqê bêsedem hatin girtin.”
‘EM Ê TÊKOŞÎNA PÊVAJOYA HIQÛQÎ BIMEŞÎNIN’
Beştaş diyar kir weke HDP li benda li ser navê aştî û çareseriyê gavên demokratîk û pêşketinan bûn, ji ber hiqûqa niha heyî jî ji meriyetê rakirin, ji kiryarên îro û demên pêşde çêbibin bifikarin û wiha got: “Ji bo dîtina berpirsên van hemû binpêkirinên hiqûqî û windahiyên me yên can em diyar dikin em ê bibin şopdarên pêvajoya hiqûqî û têkoşîna pêvajoya hiqûqê bimeşînin.”