Kesekî ku nasnameya wî nediyar şeva 1'ê Gulanê kêliya ku kesek li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bajarê Stenbolê nebûye, di çavdêriya polîsan de ketiye avahiyê. Rêxistina HDP’a Stenbolê têkildarî vê rewşê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol û Ferhat Encu û parêzerên partiyê beşdarî civînê bûn.
Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol, da zanîn ku di 1’ê Gulanê de bi telefoneke hişyariyê ya xebatkarekî wan ê kevin rewş ferq kirine û wiha got: “Ji me re got ku deriyê avahiyê vekiriye. Em di roja 1’ê Gulanê de li qadan bûn, xebatkarên me kes ne li avahiyê bûn. Di dîmenan de me dît ku kesê nasnameya wî nayê zanîn 6-7 deqîqeyan li hundir maye pişt re derketiye û piştî bi polîsan re axiviye ji wir dûr ketiye.”
ÇEK PÊ RE HEBÛYE
Bîrol, destnîşan kir ku di dîmenan de tê fêmkirin ku kesê ketiye avahiya partiya wan biçek e û wiha berdewam kir: “Kes ji kolana jêr a avahiya me derdikeve û bi awayekî aram tê ber avahiyê û bi du polîsên bi unîforma ku li hemberî avahiyê tê xuyakirin ku di nobetê de ne, pirsa avahiyê dike û pişt re dikeve avahiyê. Ew kes piştî ku di avahiyekê de tişteke ku hêj me tespît nekiriye dike derdikeve. Di derketinê de dîsa bi heman polîsan re hevdîtinê dike. Pişt re cihê bûyerê dûr dikeve.”
Bîrol, tespîtên ku di heman rojê de di dîmenên kamerayan de tespît kirin wiha ragihand in: “Di dîmenan de tê xuyakirin ku di kolanê de hin wesayît, polîsên biunîforma û bêunîforma hene. Dîsa ji van wesayîtan yek bê pîlaqeye û 2 polîsên biunîforma, bi polîsekî din ê bi unîforma ku di wesayîta bê pîlaqe de ye re dikevin têkiliyê. Pişt re tê dîtin ku polîs paş ve vegeriyan e wesayîtê û pişt re hemû ji wir dûr ketine.”
Pişt re dîmen hatin nîşandan. Piştî ku dîmen hatin temaşekirin Bîrol ev pirs pirsîn: “Têkiliya vî kesî ya bi miduriyeta polîsan re çi ye? Wesayîta bi markaya Skoda a reş a bêpîleqe ku polîsê bi unîforma kete ya kê ye, çima li wê derê disekine? Di wesayîtê de kesên din hebûn? Piştî ku kes kete avahiyê di 6-7 deqîqeyan de çi kiriye? Bi çi armancê ketiye hundir? Em dibînin ku dema kes dikeve avahiyê polîsên li ber derî çavdêriyê dikin. Armanca polîsan a kontrolkirina avahiyê çiye?”
Bîrol, destnîşan kir ku ji saziyên fermî li benda daxuyaniyekê ne û wiha got: “Beriya niha jî êrişî avahiya me kirin. Hevalên me kuştin û birîndar kirin. Em ji bo ku hemû beşên civakê ji meseleyê re bi hestiyarî tevbigerin parve dikin. Em li cihê xwe û di rêya xwe de ne.”