HDP: Di doza Mehmet Sîncar de rîsk heye ku bikeve ber bihurîna demê
HDP'ê bal kişande ser rîska ku doza Mehmet Sîncar bikeve ber bihurîna demê û bang kir ku her kes tevlî rûniştina doza Sîncar bibe.
HDP'ê bal kişande ser rîska ku doza Mehmet Sîncar bikeve ber bihurîna demê û bang kir ku her kes tevlî rûniştina doza Sîncar bibe.
Berdevkê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Umît Dede bang kir ku tevlî rûniştina dozê bibin ku rîsk heye doz bikeve ber bihurîna demê.
Alîkarê Hevserokê HDP'ê, ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirs Umît Dede û Cîhan Sîncar têkilî doza qetilkirina Wekîlê Partiya Demokrasiyê (DEP) li navenda giştî daxuyaniyê da.
Dede bi bîr xist Sîncar ê ku sala 1993'an li Êlihê hatî qetilkirin endamê Meclîsê bû lê ji bo ronîkirina vê kuştinê Meclîsê tiştek nekiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin di doza Sîncar de tenê tetîkêşek hatiye girtin, ji bilî wê ji ber kuştina 5 kesan û birîndarkirina 2 kesan hatiye girtin lê piştî bi 11 salan bi hinceta biryara DMME'yê hatiye berdan.
Dede bi berdewamî got, ''Rîsk heye ku doz bikeve ber bihurîna demê. 14'ê Sibatê li doza ku wê li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an were dîtin, heke lêpirsîn û lêgerîneke karîger bihata kirin, kujer û planger dikarîbû derxistana holê. Darizandin didome û hê jî ev derfet û şans heye. Em bang li hemû parêzvanên mafê mirovan, hiqûqnasan û xasma jî Meclîsê dikin ku endamekî wan hatiye qetilkirin ku tevlî doza 14'ê Sibatê bibin.''
Hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar jî diyar kir ew ê heta dawiyê têkoşîna heq û dadê bidin û got, ''Em bimirin jî gelê me heye, zarokên me hene. Dibe ku behsa ketina ber bihurîna demê bikin lê heta ku em sax bin em ê têkoşîna ji bo dadê bidomînin. Heke temenê me têrê neke zarok^ne me, neviyên me, gelê me hey. ''