HDP: Êrîşên li ser Kurdî polîtîkayên qirkirinê ye!

HDP bal kişand dijminatiya desthilaTdar û got, “Êrîşên li dijî zimanê Kurdî veguherî polîtîkayên qirkirinê."

Berdevka Komîsyona Şopandina Nexşerêya Kurdî ya HDP’ê Dêrsim Dag li ser dijminatiya hikûmeta AKP-MHP’ê ya li hemberî Kurdî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin “Bi sed salan e zext û polîtîkayên asîmîlasyonê li ser zimanê Kurdî ku yek ji zimanên herî qedîm a vê xake yê didome. Bi taybet piştî sala 2015’an derket astek zêdetir û veguherî polîtîkayên qirkirinê. Mînaka herî dawî ya polîtikayên zext û qedexekirinê yên li ser ziman û çanda Kurdî, konsera Aynûr Dogan a li navçeya Derînce ya Kocaeliyê bê hincet ji aliyê şaredariya AKP’ê hate qedexekirin.

Em polîtikayên sansûr, qedexe, zext û asîmîlasyonê ên li ser tevahî zimanan ji bilî Tirkî, bi taybetî zimanê Kurdî û zimanên din ên ku dewlemendiya herî mezin a çandî û dîrokî ya van xakan e, qebûl nakin. Ev zîhniyeta qedexe û zextan ku heta belavî şaredariyan bûye, nîşan dide ku rews çiqas bi xetere ye.

Di vê çarçoveyê de li dijî polîtîkayên bi awayekî sîstematîk ên li ser zimanê Kurdî tê domandin, ji bo ku hemû ziman bi awayek azad bijîn û pêş bixin em ê têkoşîna xwe bidomînin.”