HDK têkilî şerê Rûsya-Ukrayna: Çareserî piştevaniya navnetewî ya gelan e

HDK'ê bal kişande ser siyaseta şer a dewletan, got, çareserî piştevaniya navnetewî ya gelan e.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkilî şerê Rûsya-Ukrayna daxuyaniyek da.

HDK'ê diyar kir şerê dijî Ukranayê, ''şerekî emperyal e, bi armanca mêtingeriyê ye'' û got,'Me careke dî dît, NATO û Rûsyaya dijberî wê, hêzên bi pêşengiya Çînê ji bo ku bibin hegemonê pergala nû, şerekî cîhanî dane ber çavan.''

HDK'ê bal kişande ser nêzîkatiya Rûsya û Emerîkayê û got, ''Em ne siyaseta şer ku Rûsya bi hinceta ewlehiyê dike, ne jî nêzîkatiya DYE'yê ya bi hawariya demokasiyê jidil nabînin.''

HDK'ê got,''Em careke dî destnîşan dikin li dijî şerê ku kapîtalîzm, pergala mêtinger a emperyal ferz dike, li dijî dagirkeriyê, em li nav têkoşîna aştî, dad û azadiyê ya gelên cîhanê de ne, bawer dikin, çareserî bi piştevanî û têkoşîna navnetewî ya hevpar a gelan û çewisandiyan e.''