Li gorî nûçeya rojnameya L'Orient Le Jour a Lubnanê, lezbûna nêzîkbûna Tirkiye û Îsraîlê dibe ku zêdetir bandorê li Hamasê bike.
Li gorî rojnameyê, rêveberên payebilind ên Hamasê ku navên wan nehate zanîn, ji medyaya Qeterê ya The New Arab re axivîn.
Rayedarên Hamasê gotin ku bi dehan çalakvan û rêberên wan ji Tirkiyeyê hatine dersînorkirin an jî rê li wan hatiye girtin ku ji Tirkiyeyê derbasî wî welatî bibin.
Tê diyarkirin ku ev qedexe di çarçoveya têkiliyên dîplomatîk ên Enqere û Tel Avîvê de hatine girtin.
Rojnameya Lubnanî got, “Li gorî Tirkiyeyê ji aliyek piştgiriya ji bo Hamasê û li aliyê din nêzîkbûna bi Îsraîlê re hesas xuya dike. Serokomarê Tirkiyê ji dema ku di sala 2003’an de hat ser desthilatê, demeke dirêj e ku ji bo armancên siyasî qaşo wekî parêzvanek a doza Filistînê xwe dide xuyakirin. Di salên dawî de, gelek kesayetên payebilind ên tevgera îslamî li Tirkiyê bi cih bûne, bêyî ku behsa serdanên rêkûpêk ên serokên rêxistinê bo wî welatî bikin.”
Mamosteyê Zanîngeha Dewletê Mark Meirowitz diyar kir ku ger agahiyên ku ji aliyê The New Arab ve hatine weşandin û ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve nehatine pejirandin bên piştrastkirin, wê ev yek "di çarçoveya vegerandina tevahiya siyaseta derve ya Enqereyê" de bê nirxandin.
Rojnameya Lubnanî got ku "Tirkiyê dema ku pêvajoya nêzîkbûna bi Îsraîlê re lez dibû, helwesta dewleta Cihû ya li hemberî Filistîniyan de gelekî nerm bû" û bi bîr xist ku "Serokwezîrê Tirk" di meha Nîsanê de bi hempîşeyê xwe yê Îsraîlî re geriyaye û sersaxî ji bo Îsraîliyên ku ji ber êrîşan mirine xwestiye.
Rojnameyê bi bîr xist ku Erdogan berê Serokwezîrê berê Benjamin Netanyahu bi "kujerê zarokan" sûcdar kiribû.
Daxuyaniyên berpirsên Hamasê ku roja Duşemê ji aliyê The New Arab ve hatin weşandin, hevdîtina Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu û hevtayê wî yê Îsraîlî Yair Lapid ku tê çaverêkirin di 24’ê Gulanê de li Orşelîmê were lidarxistin, hinek pêşde hat girtin.
Li gorî nirxandina Rojnameya Lubnanî, “Li gorî şîroveya hin kesan, dibe ku ev serdan bibe wesîleya ku sefîr vegerin ser karê xwe.”
Mark Meirowitz ji rojnameyê re axivî û got, "Tirkiye dê nirxandineke pir pragmatîk bike û berjewendiyên pêşxistina têkiliyên bi Îsraîlê re bi encamên kiryarên wê yên li dijî Hamasê re bide ber hev. Tirkiyeyê ji bo ligel Îsraîlê têkiliyê xwe yê baş berdewam bike, divê Tirkiye desteka ku dide Hamasê bi temamî neyê rakirin jî divê were sînordarkirin.”