Guzel piştî 33 salan, Guneş jî piştî 32 salan hatin berdan
Denîz Guzel piştî 33 salan, Bulent Guneş jî piştî 32 salên dîlgirtinê hatin berdan.
Denîz Guzel piştî 33 salan, Bulent Guneş jî piştî 32 salên dîlgirtinê hatin berdan.
Denîz Guzel û Bulent Guneş ên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a bi Tîpa F a Bolûyê dîlgirtî bûn, hatin berdan. Denîz Guneş (53) sala 1992'an li Çewlîgê hate girtin. Bi îdîaya 'Xerakirina yekparebûn û yekîtiya dewletê' cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn. Berdana Guzel li gel ku dema înfazê ya 30 salan temam kiribû jî ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdareyê ve dihate astengkirin. Berdana Guneş ê sala 1993'an dîl hate girtin jî bi biryara desteyê dihate astengkirin.
Guzel û Guneş li pêşiya girtîgehê ji aliyê endamên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUAY-DER) û malbatên wan ve hatin pêşwazîkirin.