Greva birçîbûnê ya li Stûttgartê: Heta ku em bi ser bixin!

Kurdistaniyên li Stûttgartê li dijî tecrîda li ser Ocalan greva birçîbûnê didomînin. Çalekgeran gotin, ''Ocalan hilma bi milyonan e'' û heta ku encamekê bi dest ve bînin wê çalakiyan bidomînin.

Çalakiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her ku diçe berbelav dibin. Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Leyla Guven mehek li pey xwe hişt, Kurd jî li Ewropayê tevgeriyan. Grevên birçîbûnê yên Kurdên li Ewropayê, bi dirûşma ,''Bila dawî li tecrîda Imraliyê were, ji Rêbertiya me re azadî'' berdewam dike.

Kurdistaniyên li Stûttgartê ya Elmanyayê li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Çalakgerên ku ji ANF'ê re axivîn gotin ew ê heta ku encamek bi dest ve were çalakiyê bidomînin.

''BERIYA KU BI DERENGÎ BIKEVE'

Çalakgera greva birçîbûnê Pembûşah Ozmen diyar kir destpêkê wan bi komeke hevalê xwe re li Ludwîsbûrgê dest bi çalakiyê kirine, roja pêşî li dêreke navenda Stûttgartê çalakî kirine lê ji ber ku rayedarên dêrê bêhestîyar bûne wan çalakiya xwe birine NCKD ya Sûttgartê û got, ''Mijar Rêbertiya me û dilsoziya me ya pê re ye. Heta ku em encamekê bistînin em ê çalakiya xwe bidomînin. Li vir banga min li hemû derdorên bihîstyar ev e; heke aştiyek wê bibe ev bi Rêbertiya Gelê Kurd pêkan e. Bila her kes bihistyar be û xwedî li vê çalakiyê derkeve.''

'OCALAN HILMA BI MILYONAN MIROV E'

Çalakgerê greva birçîbûnê Giyasettîn Yalçin jî, diyar dike ku ji ber faşîzma dewleta  Tirk a  li Kurdistanê ew di Elmanyayê re derketiye û got, ''Lê li vir eez bi vîna xwe li Rêbertiya xwe xwedî derdikevim û rêya aştî, demokrasiyê di Imrailyê re diçe û ji bo vê jî hewl didim ku bi devereke vê têkoşînê bigirim. Em hemû bi li vê pêvajoyê ku bi Leyla Guven re dest pê kiriye xwedî derkevin û vê geş bikin. Rêzdar Ocalan nan û av û hilma bi milyonan e. Ez jî tevlî vê greva dorveger bûm lê sibe ku tecrîd ranebe ez ê berdewam bikim.''

'EM DEYNDARÎ RÊBERTÎ NE'

Murat Hemo Dekîl ê ji Şengalê jî got, ''Em şerê bi lehengî yê Şengalê deyndarî Rêbertî ne. Ji bo vê jî min jî xwest dengê xwe derxim. Hêvî dikim her kesê bihistyar vê rastiyê bibîne û destekê bide. Roj ew e roj e ku em li Rêbertiya xwe xwedî derkevin.''

'HETA ENCAMEK BI DEST BIKEVE EM Ê LI QADAN BIN'

Fehîma Karaaslana a 55 salî jî got, di şer de herî pir jin êşê dikişînin û got, hewldanên jinan ên ji bo Rêbertî li ber çavan in. Karaaslan got, ''Ev sê sal in li ser Rêbertiya me tecrîdeke giran heye û ev bi mere fikarên mezin çêdike. Heta ku çalakiya me encamekê bi dest ve bîne em ê li qadan bin.''

'BÊDENGIYA SAZIYÊN EWROPAYÊ ME DIDE FIKIRANDIN'

Lokman Hedîl, Hevserokê NCKD ya Ludwîsbûgê jî got çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi Leyla Guven re dest pê kirî, ev 2 roj in li Ewropayê jî dest pê kiriye û ew bi çalakiya xwe dixwazin ragihînin ku li ser şertên jiyanê û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fikarên wan hene. Hedîl got, ''Rewş pir cidî ye, bêdengiya saziyên Ewropayê, CPT, DMME'yê ya li ber şerên giranbûyî me dide fikirandin.''

Hedîl got ew ê çalakiya xwe ya li Stûttgartê ya 10 rojan a bi dorvegerî her carê bi 3 rojan bi koman wê bidomînin û heke çalakiya 10 rojan encamekê neyîne, heta ku encameke were bidestxistin wê çalakiya xwe bidomînin.

Hedîl got li navenda Stûttgartê ji bo serdana gel jî wê konekî mezin deyin û bi şev jî li NCDK ya Stûttgartê wê çalakiya xwe bidomînin.