‘Girtiyên nexweş têkoşîna jiyanê didin‘
Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku rewşa Fatîh Gul û Bazo Yilmaz giran e û gotin: “Girtiyên nexweş têkoşîna jiyanê didin.“
Li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyan de hate diyarkirin ku rewşa Fatîh Gul û Bazo Yilmaz giran e û gotin: “Girtiyên nexweş têkoşîna jiyanê didin.“
Li Stenbolê xizmên windayan ku di bernameya TDÎ'yê de hatin gelhev, banga mezinkirina têkoşîna ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan kirin. Li Enqereyê jî Endamên Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş di hefteya 402‘yemîn a çalakiya xwe de, li ber Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) hatin ba hev.
STENBOL
Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan (TDÎ), li Weqfa Lêkolînên Huner, Çand, Estetîk, Perwerde û Zanîstê (BEKSAV) ya li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê bi bernameyeke taştê bi malbatên girtiyan re hat gelhev. Gelek xizmên girtiyan, çalakgerên Nobeta Edaletê, rêveberên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER), Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglû û endamên Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê tev li bernameyê bûn. Li baxçeyê Weqfê ku bername lê hat lidarxistin pankarta "Ji şewitandina înfaza re dawî û ji girtiyan re azadî" hat daleqandin.
Di bernameyê destpêkê Berdevkê Demê yê TDÎ'yê Hidir Sabûr axivî û diyar kir ku zarokên wan ên girtî tiştekî xerab nekirine û banga xwedî derketin û lidarxistina çalakiyên ji bo girtiyan kir. Piştî Sabûr Parlamenterê HDP'ê Erol Katircioglû axivî û ev tişt got: "Ne pêkane ku Tifaqa Millet pirsgirêkên welat çareser bike. Di Destûra Bingehîn de gelek maf û azadî hatine naskirin lê em qet leqayî vê rewşê nayên. Daxuyanî dayîna me jî tê qedexekirin û em bi zextên polîsan re rû bi rû dimînin. Ji bo ku em van neheqiyan derbas bikin divê em bi hev re tevbigerin û li demokrasiyê xwedî derkevin. Rêya çareseriyê di pêkve tevgerandinê re derbas dibe.
'JI BO HERKESÎ EDALETÊ DIXWAZIN'
Piştî Katircioglû jî çalakgerên Nobeta Edaletê Kûmrî Akgul û Cemîle Çîftçî axivîn. Her du dayikan jî di axaftinên xwe de polîtîkayên desthilatê yên li dijî girtî û girtîgehan rexne kirine û gotin ku natirsin û ji bo herkesî daxwaza edaletê dikin. Her wiha dayikan, destnîşan kir ku wê heta ku zarokên wan û hevalê zarokên wan azad nebin wê li ser piya bin û daxwazên xwe bidomînin.
'EM Ê PÊKVE TÊBIKOŞIN'
Parêzer yagmûr Kavak jî bal kişand ser hejmara girtiyên nexweş û destnîşan kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê ne 5 hezar bi qasî 10 hezaran girtiyên nexweş hene. Bi domdarî Kavak, bal kişand ser zextên ji bo daxwazên girtiyên nexweş û li dijî van zextan û bêhiqûqiyê banga têkoşîna pêkve kir.
Piştî axaftinan bername bi çepikan bi dawî bû.
ENQERE
Endamên Înîsiyatîfa Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş di hefteya 402‘yemîn a çalakiya xwe de, li ber Şaxê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ê Enqereyê hatin ba hev. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen da zanîn ku girtiyên nexweş ên mafên wan nayê hesabkirin li ber xwe didin ku bijîn. Çevîrmen behsa rewşa girtî Bazo Yilmaz ê ji Girtîgeha Girtî ya T a 2 ya Rihayê hat berdan kir.
Çevîrmen ragihand ku Yilmaz 67 salî ye û nexweşê KOAH’ê ye. Yilmaz ê sala 2014an teşhîsa nexweşiya astimê lê hatiye kirin di sala 2016an de bi 25 rojan destgîrkirî maye û ji ber şertên xerab ên li vir nexweşî lê bûye KOAH.
Çevîrmen got ku gava Yilmaz ketiye girtîgehê ji ber nexweşiya xwe ya KOAH’ê ketiye nav û dest û pêyan û da xuyakirin ku 8‘ê Sibata 2021‘î Yilmaz hatiye birin ji bo Saziya Tiba Edlî (ATK) û rêya wî ya çûnehatê 4 rojan dewam kiriye û di van 4 rojan de pêdiviyên wî nehatine pêşwazîkirin.
Çevîrmen her wiha derbirî ku di demên cuda de Yilmaz du caran derxistine pêşberê şandeya girtîgehê lê tu encam jê hatiye girtin.
Çevîrmen bal kîşand bi ser wê yekê de ku ji zû de ye Yilmaz bi tena serê xwe nikare li xwe binihêre û wiha dawî li axaftina xwe anî: ‘’Rewşa wî pirê nebaş bûye nikare taseke avê hilîne. Bi dayîna tûpê oksîjenê bi tenê, tê xwestin ku bijî. Divê zûzûka bihê berdan.“