Girtiyê nexweş Yilmaz Ozalp ji ber enfksiyona wî heye nayê emeliyatkirin
Girtiyê nexweş Yilmaz Ozalp ê ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneyê, ji ber ku di venerîna awarte de enfeksiyon girtiye nayê emeliyatkirin.
Girtiyê nexweş Yilmaz Ozalp ê ji ber krîza dil rakirin nexweşxaneyê, ji ber ku di venerîna awarte de enfeksiyon girtiye nayê emeliyatkirin.
Yilmaz Ozalp ê li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Jimara 1’an a Tîpa T’yê dihat ragirtin roja 5’ê Tebaxê krîza dil derbas kir. Ozalp ê rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê Çîgliyê hê jî tedawiya wî didome. 17 roj in di beşa venêrîna awarte de tê dermankirin û hat zanîn ku xetereya li ser jiyana wî jî didome. Hat diyarkirin ku ji ber ku Ozalp di beşa venêrîna awarte de enfeksiyon girtiye nayê emeliyatkirin. Ji bo vê nexweşînê jî tedawî hat destpêkirin.
Li aliyê din sekinandina bifikar a malbata Ozalp jî li ber nexweşxaneyê didome.