Girtiyê nexweş Deniz ê ku hatî qetilkirin, hate veşartin
Girtiyê nexweş Turgay Deniz ê ku hatî qetilkirin hate veşartin. Nehiştin ku birayê girtî yê Deniz tevlî merasîma cenaze bibe.
Girtiyê nexweş Turgay Deniz ê ku hatî qetilkirin hate veşartin. Nehiştin ku birayê girtî yê Deniz tevlî merasîma cenaze bibe.
Girtiyê nexweş Tûrgay Denîz (39) ku li Girtîgeha Metrîsê dihat girtin, vê sibehê li Nexweşxaneya Yedikuleyê jiyana xwe ji dest da. Malbata Denîz a ji navçeya Motkan a Bedlîsê cenazeyê Denîz ji nexweşxaneyê girt û bir navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê. Polisan di rê de çend caran pêşî li malbata Denîz girt û ji wan re astengiyan derxist. Rexmî hemû astengiyan jî malbatê cenazeyê Deniz bir Mizgefta Abdurrahman a li navçeyê û piştî lêzimiyên dînî li Goristana Osmangaziyê bi awayekî girseyî veşart.
Hevserokê HDP'a Stenbolê Ferhat Encû, endam û rêveberên HDP'a Sultanbeyliyê û gelek welatî beşdarî merasîma cenaze bûn.
Piştî ku cenaze hate veşartin malbat û kesên beşdarî merasîma cenaze bûn ji goristanê derketin û çûn sersaxiyên xwe bidin malbetê. Malbat şîna xwe li Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Gel a Bedlîsê ya li taxa Kavakpinarê ya navçeya Pendîkê danî.
Her wiha diyar bû, birayê Denîz ê bi navê Ûlaş Denîz jî li Girtîgeha Kandirayê girtî ye û xwestiye ku tevlî merasîma cenazeyê kekê xwe bibe lê tevlîbûna wî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hatiye redkirin.