Girtiyê bi nexweşiya giran Tûrgay Denîz hate qetilkirin
Girtiyê bi nexweşiya giran Tûrgay Denîz ê li Girtîgeha Metrîsê dîl dihate girtin, hate qetilkirin.
Girtiyê bi nexweşiya giran Tûrgay Denîz ê li Girtîgeha Metrîsê dîl dihate girtin, hate qetilkirin.
Girtiyê bi nexweşiya giran Tûrgay Denîz ku malbatên girtiyan dixwestin tavilê bê berdan, li Girtîgeha Metrîsê hate qetilkirin.
Girtiyê bi nexweşiya giran Tûrgay Denîz (39) ê ku nehate berdan, ji ber ku li Girtîgeha Metrîsê rewşa tenduristiya wî giran bû ew rakirin Nexweşxaneya Nexweşiyên Sîngê ya Yedîkûleyê. Tûrgay Denîz li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Denîz ê ku navçeya Moktî ya Bedlîsê, di sala 2018'an de hate girtin. Denîz li Girtîgeha Tîpa L Hejmara 1 a Maltepeyê bi cih kirin. Tevî ku Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sîng û Nexwşiyên Sîngê ya Stenbol Sureyyapaşa rapor daye û diyar kir ku ji ber tuberkulozê pişika wî xera bûye, kezeba wî jî lezyon bûye û ji ber tenê dikare bi alîkariya tup jiyana xwe dewam dike, divê bê berdan. Lê belê tevî vê yekê jî nehate berdan.