Ji bo girtiyê nexweş Şakîr Tûran ku li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin teşhîsa penceşêra qirikê hatibû kirin û di nava 4 mehan de 23 kîloyan zeîf bû. Bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê”, 6 sal cezayê hefsê li Tûran ê 70 salî hatibû birîn. Tûran ê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erzînganê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da. Zêdetirî hefteyeke bû li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin lê agahî bi malbata wî re nehatibûn parvekirin. Kurê Tûran, Abdurrahman Tûran da zanîn ku girtiyan agahî bi wan re parve kiriye û li ser vê yekê di 25’ê tebaxê de çûye Erzînganê lê destûr nehatiye dayîn ku bi bavê xwe re hevdîtinê bike.
Tûran, got ku hewl dan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucekê ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzînganê ji bijîşkan agahiyan bigirin lê kesekî agahî bi wî re parve nekirine. Bi domdarî Tûran, ev tişt anî ziman: “Bi saya hewldanên parêzeran, min di 28’ê tebaxê de bavê xwe dît. Dema nû ketî girtîgehê 75 kîlo bû. Lê dema min dîtî ketibû 40 kîloyan. Nedikariya bimeşe, bi zor û zehmet diaxiviya. Bi kursiya biteker dihat û diçû. Nedikariya pêdiviyên xwe pêk bîne. Daxwaza me ya refekatçîtiyê jî qebûl nekirin. Destûr nedan.”
Tûran, anî ziman ku bavê wî serê vê sibehê saet di 07.30’an de jiyana xwe ji dest daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hevdîtina dawî de min û bavê xwe ji hev xatir xwest. Li jêrzemîna nexweşxaneyê di odeyeke binêm de dihat ragirtin. Bi zor û zehmet diaxiviya. Cihê lê dihat girtin pir xerab bû. 6-7 leşker li ser serê me bûn. Piyên wî mîna cemedê bûn. Min xwest goreya wî bikim piyê wî lê destûr nedan. Weke ku bavê min niha dê bireve, wisa li ser serê me disekiniyan. Bavê min yek bi yek xatira xwe ji me tevan xwest. Ji me re got; ‘Baş li xwe mêze bikin. Bibin yek. Ez serbilind im û min yek gav paşve neavêt.’”
Cenazeyê Tûran rakirin morga Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Erzînganê û cenaze wê li navçeya Stewrê ya Mêrdînê bê definkirin.