'Gel birçî dihêlin'
Şêniyên Amedê diyar kirin ku mûçeyê kêmtirîn ê hatiye zêdekirin di bin asta birçîbûn û rêjeya enflasyonê de ye û gotin, hikumet gel birçî dihêle.
Şêniyên Amedê diyar kirin ku mûçeyê kêmtirîn ê hatiye zêdekirin di bin asta birçîbûn û rêjeya enflasyonê de ye û gotin, hikumet gel birçî dihêle.
Şêniyan bal kişandin ser mûçeyên kêm ên têra bihabûnê nakin û işaret bi bêkariyê kirin. Her wiha bi bîr xistin ku li gelek kargehan di binê mûçeyê kêmtirîn de bi rengekî bêsîgorta mirov têne xebitandin.
Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) îdîa kir ku enflasyona sala 2023'an ji sedî 64,77 e, lê belê li gorî Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) enflasyon ji sedî 127,21 bû. Ji şêniyên ku têkildarî krîza aboriyê û şert û mercên jiyanê ji me re axivîn, Mecît Tûrgay anî ziman ku ew bêkarekî astengdar e, gel ne xema kesî ye. Tûrgay diyar kir ku li cihê şer hebe aborî sererast nabe û got, "Destpêkê divê şer raweste, dayik negirîn. Ji bo vê jî divê hevdîtin bi Îmraliyê re bê kirin. Eger pereyê ku li şer tê xerckirin ji çandinî û perwerdeyê re bê dayin wê krîza aboriyê bi dawî bibe. Hikumet niha li pey wê yekê ye ku jin li malê asê bimînin. Divê jin hîn bêhtir tevlî perwerde, aborî, siyasî û jiyanê bibe. Pêwîstî bi zanîngehên azad, zanistî û demokratîk heye. Jin û ciwan divê hîn bêhtir tevlî nava jiyanê bibin."
ŞER JI NÛ VE DESTPÊ KIR, GEL XIZAN BÛ
Remzî Elçî jî bi bîr xist ku di 'pêvajoya diyalog'ê de rewşa aboriyê baş bû û got, "Gelek ji me bû xwedî mal, karê me baş bû. Hatineya her kesî hebû. Piştî ku pereyê ji şer re dihate dayin ji gel re hate dayin, aramî pêk hat. Kengî şer ji nû ve destpê kir, em careke din xizan bûn. Pere hemû ji şer re tê dayin. Pirsgirêkeke mezin a debarê ya mirovan heye. Mirov êdî ne li çend rojên bê difikirin, neçar dimînin ku li çend saetên bê bifikirin. Ev pirsgirêkeke mezin e. Mûçeyê ku hate zêdekirin têrker nîne, enflasyon bilind dibe. Nanek bûye 15-16 TL. Malbatek ji du zarokan wê çawa bi mûçeyê kêmtirîn karibe debara xwe bike? Em bibêjin debara xwe kir, gelo her kes dikare bi mûçeyê kêmtirîn bixebite? Gelek kargeh mirovan kêmî mûçeyê kêmtirîn û bêsîgorta didin xebitandin."
JI ALIYÊ ABORÎ VE DI NEFESA DAWÎ DE YE
Mehmet Çîftçî ragihand ku pirsgirêka debarê niha pirsgirêka herî mezin e û anî ziman ku ji çûn û hatinê heta bi bazarê enflasyonê bandor li her tiştî kiriye. Çîftçî destnîşan kir ku ji aliyê aborî ve welat di nefesa xwe ya dawî de ye û got, "Welê bûye ku êdî bêyî dizîtiyê mirov nikare debara xwe bike. Mirov dema tengav dibin serî li kartên krediyê, krediyan dide û nikare heqê wan jî bide. Gel wê çawa debara xwe bike? Karmend nikare debara xwe bike, karkerên bi mûçeyê kêmtirîn nikare debara xwe bike. Kes nikare mal, wesayitê bikire. Eger tu paşerojekê nede ciwanan, ciwan wê li welatekî cuda li azadiyê, li paşerojê bigere. Kî dixwaze dûrî dayik û bavê xwe li xerîbiyê bijî? Ji aliyê aborî ve em gelekî li paş mane."
GEL BIRÇÎ DIHÊLE
Bûrhan Îşlen anî ziman ku ew nezewicî ye, tevî vê jî nikare debara xwe bike û got, "Nan bûye 15 TL. Çûn û hatin bûye 14 TL. Em çawa bijîn? Mirov hene ku bi nexweşiyên kronîk in û divê her meh bi rêk û pêk derman werbigire. Gelo haya hikumetê ji buhayê dermên heye? Em nikarin debara xwe bikin. Ji ber ku ji aliyê rêveberiyeke despot ve têne birêvebirin, gel newêre biaxive, lê belê rastî jî ji holê ranabe. Gelo bi mûçeyê kêmtirîn malbatek ji 5 kesan wê çawa karibe pêwîstiyên xwe bi cih bîne? Dibêjin em misilman in, nimêjê dikin û hinek jî ji ber vê yekê deng dide wan. Xwedê lanetê li zaliman dike. Xizaniya gel nabînin. Gel birçî dihêlin. Divê ev sîstem bê guhertin."