FEDA'yê Aysel Dogan bi bîr anî
FEDA'yê Aysel Dogan bi bîr anî û got, "Di rêwîtiya pîroz a doza me ya azadî û heqîqetê de yek ji kesên herî bi rûmet bû."
FEDA'yê Aysel Dogan bi bîr anî û got, "Di rêwîtiya pîroz a doza me ya azadî û heqîqetê de yek ji kesên herî bi rûmet bû."
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) endama Koma Aştiyê Aysel Dogan bi bîr anî.
Di daxuyaniya FEDA'yê de hate gotin, "Şopdara lêgerîna azadî û heqîqetê ya Zaîfeyan, Sakîneyan cana me Aysel Dogan ku bi têkoşîna xwe ya berxwedêr meşa xwe ya heqîqetê daîmî kir, koça dawî kir. Êşa me giran e, xema me nayê vegotin... Di serî de malbata wê serê tevahiya gelê me sax be."
Di daxuyaniyê de wiha gotin: "Aysel bû deng û dilê keçên winda yê Dersimê, di veguherandina vî dengî li peyvan de de her tim bûye navê hersa li hemberî ne heqiyê."
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin, "Di rêwîtiya pîroz a doza me ya azadî û heqîqetê de yek ji kesên herî bi rûmet bû. Her çiqas bi fizîkî edî ne li gel me be jî em ê li warê xemilî yê Hardê Dewrîş xwedî li bîranînên wê derkevin. Em keça Dersimê ya rûken û serhilder ji bîr nakin."