FEDA: Li hemberî gefan em xwedî li Cemxaneya Duzgun Baba derkevin
FEDA’yê li hemberî gefên kaymakam banga xwedîlêderketina Cemxaneya Duzgun Baba kir.
FEDA’yê li hemberî gefên kaymakam banga xwedîlêderketina Cemxaneya Duzgun Baba kir.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser gefên ku kaymakamê Nazimiyeyê Ûgûr Tûtkan li hemberî Cemxaneya Duzgun Baba kiriye.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Kaymakam li pêşiya cemxaneyê tevî cerdevanên çekdar û tîmên taybet wêneyeke belav kiriye. Ev wêne tê wateya gefa li ser Elewiyan.
Vê tevgera ku kaymakam li hemberî Cemxaneya Duzgun Baba kiriye, hêzê ji feraseta faşîst distîne.
Li hemberî vê înkar û asîmîlasyona dewletê em bi Cemxaneya Duzgun Baba re ne.”