Erdogan:Emê xebatên xwe yên ku keç û kuran ji hev cuda dike bidomînin

Erdogan:Emê xebatên xwe yên ku keç û kuran ji hev cuda dike bidomînin

Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan, diyar kir ku xebatên der barê ku xwendekarên kur û keç ji hev cuda bikin dê bidomînin.

Erdogan ku di civîna koma partiya xwe de axivî îdia kir ku di deshilatdariya xwe ya 11 salî de mudaxaleyê jiyana tu kesî nekirine.

Erdogan wiha got: “Di rêveberiya 11 salî de gelo AKP’ê mudaxaleyê terza jiyana kê kir? Gelo got;Tu çima wisa dijî? Ma gelê rewşek wisa mijara gotinê ye.

Erdogan îdia kir ku ‘Ger li vî welatî yek rastî zilmê hatibe ew jî aliyê muhafazakare’ û wiha got: “Niha ji ber ku dewran guheriye, hinek di nava hewldanan pêkanîna hinek tiştan de ye. Em muhafazakarên demokrat yên li vê merciya berpirsyarin, li welatî zarokên her dê û bavî emanetê me ne. Me destur neda keç û kur ligel hev bimînin û em desturê jî nadin.”

Erdogan wiha got: “Çi dinivîsin bila binivîsin, li cîhanê di psîkolojiya perwerdehiyê de îzaha vê tune. Em xebatên xwe yên ku keç û kur li yurdan neyên cem hev didomînin. Me ji sedî 75’ê vê me temam kir. Li hinek deran di warê ku li malan bimînin hinek pirsgirêk hene. Hun çima ji vê rehetsiz dibin.  Ji ber ku hinek dinivîsin em van îxbaran navêjin aliyekê.

Li van deran çi dibe ne diyare. Tevli hev e. Her tişt dikare bibe.” Erdogan bi van gotinên xwe dixwaze çi bêje, jî aşkera nekir.

Erdogan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Piştre dê û bav feryad dikin. Dibêjin dewlet li ku derê ye. Ji bo ku em jî bêjin dewlet li vir e, em vê pêngavê davêjin. Hêzên me yên ewlehiyê û walîtî dê van îxbatan binirxîne. Kî van îxbaran dike, cîranên di avahiyê de.”