Endamê meclîsa HDP’ê Seçkin Kir jiyana xwe ji dest da

Endamê meclîsa HDP’ê Seçkîn Kir di saetên serê sibehê li mala xwe ya li Samsûnê jiyana xwe ji dest da.

Endamê meclîsa HDP’ê Seçkîn Kîr ê ku di rêxistina herêma Behra Reş de dixebitî, serê sibê li Samsûnê li mala xwe jiyana xwe ji dest da.

Lijneya Rêveberiya Navendî ya SYKP’ê bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand li ser têkoşîna Kir û got:"Bi milîtanî, hişmendî û keda xwe ew ê têkoşîna me timî ronî bike."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Seçkîn Kîr di têkoşîna xwe ya 50 salî ya li Behra Reş de gavekê jî paşve neavêt û hat gotin: "Em ê rêhevalê xwe Seçkin Kîr, parêzvanê bêhempa yê şoreşgeriya çîna karker û enternasyonalîzmê di bîranînên xwe de zindî bihêlin."

Hat diyarkirin ku dê cenazeyê Kîr di 19‘ê Sibata 2022‘an de roja Şemiyê li Samsûnê bê definkirin.