NÛ DIBE

Encamên tûra duyemîn a pêşhilbijartinan a DEM Partiyê zelal dibin - NÛ DIBE

Dengdayîna pêşhilbijartinên DEM Partiyê li gelek bajaran didomin. Li hin deveran namzeta diyar bûn.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredarî, endamên meclîsên şaredariyê û meclîsa giştî ya bajar, li gelek bajaran pêşhilbijartin li dar xist. Li gelek bajaran dengdayîn didome. Li hinek bajaran kesên bi ser ketin diyar bûn.

RIHA

Li navçeya Wêranşar a Rihayê duh dengdayîn hate kirin. Lê ji ber ku ji bernamzetan tu kesan jê rêjeya ji sedî 50 derbas nekirin, îro tûra duyemîn hate lidarxistin. Dengdayîn, li Eywana Konferansan a Fethî Yildirim hat lidarxistin.

Ji bernamzetên jin Dîlan Dogan, bi leha Rûken Baran bernamzetiya xwe paşve kişand. Bi vê yekê re Rûken Baran bû namzeta hevşaredariyê. Di hilbijartina ji bo bernamzetên zilam Hidir Oktay û Fadil Mendanlioglû de jî 608 delegeyan dengên xwe dan. Mendanlioglû piraniya dengan wergirt. Mendanlioglû bernamzetên şaredariyê pîroz kir û got: “Em ê bi hev re bi ser kevin.”

AKDENÎZ

Tûra duyemîn a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê li Eywana Dawetan a Şahê hat lidarxistin. 7 sindoq hatibûn danîn û 833 delegeyan dengê xwe dan. Ji bernamzetên zilam hoşyar Sariyildiz bi 417 dengan û ji bernamzetên jin Nûriye Arslan jî bi 510 dengan bi ser ket.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îzmîrê Îbrahîm Akin di dema hejmartina dengan de axivî û wiha got: “Di dîroka Tirkiyeyê de em karekî pir binirx dikin ku ji bo hemû partiyan bibe mînak. Di vê mijarê de hemû encamên derdikevin holê pir biqîmet in.”

GIYADÎN

Li navçeya Giyadîn a Agiriyê jî ji bo bernamzetan tura duyemîn a hilbijartinê hate lidarxistin. Di tûra duyemîn de Adnan Dogan bi 107 dengan bi ser ket. Namzeta hevşaredariyê ya jin jî dê ji hêla komîsyona navendî ve bê hilbijartin.

KOP

Li navçeya Kopê ya Mûşê di tûra duyem de Aryan Dogan û Arafat Kardagi hatin hilbijartin.

WESTAN

Li navçeya Westan a Wanê tûra duyem a hilbijartinê hat kirin. Di tûra duyan de ku ji bo bernamzetên mêr hat lidarxistin Bedrettîn Dînçer hat hilbijartinç Namzeta jin, dê ji aliyê komîsyona navnedî ve bê hilbijartin.

ŞAX

Li navçeya Şax a Wanê jî tûra duyan a hilbijartinê hat lidarxistin. Di tûra duyan de Alî Osman Baran xwe ji bernamzetiyê da alî. Bernamzetê din Reşat Ersalan bi ser ket. Namzeta jin jî dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.

TATOS 

Li navçeya Tatos a Erziromê jî di tûra duyan a hilbijartinê de Abdûrrahman Sever hat hilbijartin. Namzeta jin jî dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.

DEP

Li navçeya Dep a Xarpêtê jî di tûra duyan de Cabbar Ûgûr bi ser ket.

COLEMÊRG

Li navenda Colemêrgê di tûra duyan de Viyan Tekçe û Mehmet Siddik Akiş bi ser ket.

DÊRIK

Li navçeya Dêrk a Mêrdînê di tûra duyan de Cengîz Temellî bi ser ket. Duh jî ji bernamzetên jin Songul Ozbahçeçî bi ser ketibû.

SÊRT

Li navenda SÊrtê Safiye Alagaş û Mehmet Kaysî bi ser ketin. ,

MISIRC

Li navçeya Misirc a Sêrtê Sadiye Aktîn û Alî Riza Bîngol bi ser ketin.

AGIRÎ

Li navenda Agiriyê Memet Akkûş bi ser ket.

PANOS

Li navçeya Panos a Agiriyê di tûra duyan de Rojbîn Kartal û Cabîr Tozûn bi ser ketin.

ÎDIR

Li navenda Îdirê Mehmet Nûrî Guneş û Nejla Kûm bi ser ketin.

TOZAN

Li navenda Tozan a Îdirê di tûra duyan de Yilmaz Korkûsûz bi ser ket. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.

HEZEX

Li navçeya Hezexê di tûra duyan de Dogan Adibellî bi ser ket. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.

ÊLIH

Li Êlihê di tûra duyemîn de  Gulîstan Sonuk û Mehdî Oztuzun bi ser ketin. 

ÇEWLÎG

Li Çewlîgê di tûra duyan de Aydin Bûrçîn bi ser ket. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin.

NORŞÎN

Li navçeya Bedlisê Norşînê Mehmet Şîrîn Oncu bi ser ket. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 

XELAT

Li navçeya Xelat a Bedlisê Erkan Akbûdak bi ser ket. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 

BAZÎD 

Li Bazîda Agiriyê Gonul Ozturk û Kenan Alkan hatin hilbijartin. 

ERZIROM/XINÛS 

Li navçeya Xinûs a Erziromê Gulser Erene hat hilbijartin. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 

QEREYAZÎ

Li navçeya Qereyazî ya Erziromê di tûra duyan de ji bernamzetên mêr Fûat Tûtkûn hat hilbijartin. 

QEREÇOBAN

Li navçeya Qereçoban a Erziromê Kazim Erhan hat hilbijartin. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 

MÛŞ

Li Mûşê di tûra duyan de Sirri Soylemez hat hilbijartin. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 

MILAZGIR

Li navçeya Milazgir a Mûşê Gulistan Ozel û Ahmet Kenan Turker hatin hilbijartin. 

GIMGIM

Li Gimgima Mûşê Giyasettîn Aydemîr û Gulbahar Kaya hatin hilbijartin. 

BÊGIRÎ

Li navçeya Bêgir a Wanê di tûra duyan de Bariş Yilmaz bi ser ket. Namzeta jin dê ji aliyê komîsyonê ve bê diyarkirin. 

TÛŞBA

Li navçeya Tûşba ya Wanê Hanim Akkoş û Umît Keser bi ser ketin. 

ELBAK

Li navçeya Elbak ya Wanê di tûra duyan de Fevzî Caner û Şengul Polat bi ser ketin. 

HEZO

Li navçeya Hezo ya Êlihê Hulya Oztekîn û Mehmet Reşît Haşîmî bi ser ketin.