'Eger em dengê xwe dernexin wê hemû girtiyan qetil bikin!'

Xizmên girtiyan ên ku di çalakiya ji aliyê TDI'yê ve hat lidarxistin de hatin ba hev peyama, "Eger em dengê xwe bilind nekin û destên xwe nedin hev, ew ê girtiyan yek bi yek qetil bikin" hat dayîn.

Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TÎD) li Weqfa Lêkolîna Çand û Hunerê ya Estetîk a Perwerdeya Zanistê (BEKSAV) ya li Kadikoyê bi xizmên girtiyan re di taştê de hatin ba hev. Aktîvîstên Nobeta Edaletê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAY-DER), Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Erol Katircîoglû û endamên Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê jî beşdarî çalakiyê bûn.

‘EGER EM XWEDÎ LI GIRTÎYAN DERNEKEVEN WÊ BÛYERÊN NEBAŞ PÊK WERE’

Berdevkê Demê yê TDI'yê Xidir Sabur jî got, "Eger em li zarokên xwe xwedî dernekevin, li pey wan neçin û mafên wan neparêzin, ew ê tiştên xerabtir bikin.”

Parlementerê HDP’ê Erol Katircioglû jî diyar kir ne mumkun e Tifaqa Millet karibe pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bike û got “Destûr nayê dayîn ku em daxuyaniyekê jî bidin. Di daxuyaniyan de polîs zextan li me dikin. Divê em xwedî li demokrasiyê derkevin.”

Kumrî Akgul jî diyar kir ew xizma girtiyên nexweş e û di Nobeta Edaletê de cih digire. Akgul got “Heke em mil nedin hev, wê hemû girtiyan li girtîgehan qetil bikin. A niha 5 hezar girtiyên nexweş hene.”