Doza Pirsûsê: Şande ji dosyayê xwe kişand

Şandeya Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Rihayê ku li ser Doza Pirûsê biryar dayî, biryar da ku ji dosyayê vekişe.

Şandeya Doza Komkujiya Pirsûsê, ku bi 34 cara cezayê miebetê yê tekana bersûcê girtî Yakûp Şahîn tê xwestin ser dozê were girtin, ji doza Îlhamî Ballî û Deniz Buyukçelebî ku dosyayên wan hatin tefrîkirin, vekişiyan.

Di rûniştina biryarê ya dozê de ku 22'yê Cotmehê têkilî Komkujiya Pirsûsê ku çeteyên DAÎŞ'ê yên destekvanên AKP'!ê kirin, 34 caran cezayê mibetê yê girankirî li tekane bersûcê dozê Yakûp Şahîn hate birîn.

Derheqê du bersûcên din ên dozê Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî, ji ber sedema lêegerîna wan a bi rengê girtinê û îfadeya wan hê nehatî standin, biryar hate standin ku dosyaya wan were tefrîkirin.

Di rûniştina 20 û 21'an de ya têkilî komkujî mexdûrên komkujiyê û parêzerên Ji bo Pirsûsê Dad, daxwaza redî dadger kiribûn.

Şandeya Cezayê Gira na 6'an a Rihayê biryar li ser da ku ji dosyaya Îlhamî Balî û Denîz Buyukelçî vekişe. Biryara li ser daxwaza vekişînê ya ku Dadheha Cezayê Giran a 5'an lê dinerî, hate aşkerekirin.

Dozgerê komarê di miteleyê de ya têkilî ''biryara cihê ya kar'', vekişîna şaneyê li gorî yasa û şêwazê rast dît. Dadheha Cezayê Giran a 5'an diyar kir di navbeyna beşdar, wekîlên beşdaran û şandeyê de 'xisûmet' heye û ji bo ku li dosyaya dozê binere, şandeya Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Rihayê peywirdar kir.

Şandeya dadgehê dîroka rûniştina pêşî ya derheqê darizandina dosyayên ku hatine tefrîkirin taloqî 18'ê Sibata 2022'an kir.