Doza Malbata Dîrîl: Rûniştina yekemîn wê Nîsanê pêk bê

Îdianameya derbarê Malbata Dîrîl hatibû amadekirin hat qebûlkirin. Yekemîn rûniştin wê meha Nîsanê pêk bê.

Di 8’ê Çileya 2020’an de hevjîn Hûrmuz û Şîmonî Dîrîl li gundê Mehrî (Kovankaya) yê navçeya Beytuşşebab a Şirnexê winda bûn. Piştî 70 roj şûnde ku cenazeyê Şîmonî Dîrîl li Çemê Hêzîl hat dîtin, lê ji Hûrmuz Diril tu agahî nehat girtin. Di lêpirsîna ku derbarê bûyerê de hatibû destpêkirin de biryara "nepenîtiyê" heta niha nehatiye rakirin.

Xizmê Malbata Dîrîl Epro Dîrîl ku di çarçoveya lêpirsîna dewam dike de gumanbarê jimare yek ê dosyayê ye, bi hinceta " têra xwe gumana ji bo girtinê heye" hat girtin. Epro Dîrîl ku heta niha 3 caran hatiye girtin niha di girtîgehê de ye.

Îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve derbarê windabûna Hûrmuz û Şîmonî Dîrîl ê ku bi awayekî mirî hat dîtin ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Li ser îtîraza dozgeriyê îdianame ji aliyê 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ve hat qebûlkirin.

Apro Dîrîl, hevalên wî Behçet Oztunç û Îsmaîl Yildiz wê bi sûcên "Bi hestekî hovane yan jî bi êşkenceyê kuştin" û "Bi plansaziyê kuştin" bên darizandin.

Rûniştina yekem a dozê wê di 19’ê Nîsanê de bê dîtin.