Doza Kobanê: Tu sûc nîn e, lê tê çêkirin

Siyasetmedar Mesût Bagcik ku ji dozê tê darizandin, diyar kir ku du şahidên veşarî piştî hev bi pênc mehan heman tişt gotine û di zabitnameya îfadeyê de îmzeyên wan jî nîn in û got: ‘’Tu sûc nîn e, lê sûc hatiye çêkirin.’’

Rûniştina duyemîn a danişîna 30’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên Kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hate kirin 

Siyasetmedar Mesût Bagcik, siyasetmedarên girtî Nazmî Gur, Sebahat Tuncel, Pervîn Oduncu, Zeynep Karaman û parêzer tev li bûn. Mesût Bagcik parastina xwe ya li hemberî tawanbariyên tên kirin domand û got ku diviya dadgehê ji ewil li parastina girtiyan guhdarî bikira lê li şûna wê li kesên negirtî tên darizandin tê guhdarîkirin. Bagcik, wiha domand: “Heke lê bihata guhdarîkirin belkî heta niha bihatina berdan. Lê dadgehê ev rêbaz neceriband. Weke hûn jî dizanin azadî ji her tiştî giringtir e. Divê zû bên berdan.” 

‘ÎDIA NE RAST E’

Bagcik, bal kişand ser îfadeyên şahidê nepen “Hermes” û ev tişt anî ziman: “Îfadeyên wî derew in û ez qebûl nakim. Tu eleqeya min bi Şaredariya Êlihê re nîn e û îfadeyên razber hatine kirin. Di hemû partiyan de yekîneyên rêveberiyên herêmî hene û ya me jî heye. Lê ez ne di nava ve yekîneyê de bûm. Heke ez tê de bûma min ê bi dilrehetî bigota. Anku li holê tu sûc nîn e. Berevajiyê wê heke ez têkildarê rêveberiyên herêmî tiştekî bikim ev wê bibe binpêkirina rêziknameyê. Ez ji birêxistinkirinê berpirsyar im û heke têkildarê vê qadê tiştekî bikim dibe sûc. Lewma îdia ne rast e.’’

‘DI HEMAN KÊLIYÊ DE NIKARIM HEM LI QENDÎLÊ HEM LI GIRTÎGEHÊ BIM’ 

Bagcik, da zanîn ku li gorî îfadeyên şahidê nepen di navbera salên 2017-1018’an di girtîgehê de ye lê di heman demê de çûye “Qendîlê”  û ev tişt anî ziman: “Dema ez di girtîgehê bim ez ê çawa biçim Qendîlê? Dibêje tev li xebatên Şaredariya Êlihê bûye. Lê ez wê demê di girtîgehê de bûm. Gelo di heman demê de ez ê çawa hem di girtîgehê de bim hem jî li Qendîlê bim? Dema qeyûmê ewil tayînê Êlihê hat kirin ez di girtîgehê de bûm. Di dema qeyûmê duyemîn de jî li Amedê di girtîgehê de bûm. Hem îfadeyên Hermes hem jî yê Atlas bi vê pûç bûn. Bi zanebûn agahiyên xelet didin dadgeha we. Heke ez di girtîgehê de nebûma wê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ ceza li min bihata birîn.”

Bi domdarî Bagcik têkildarê îdiayên şahidê nepen ên ji bo endamtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî wiha got: “Lîsteya navên endamên KCD’ê tê de ye berê ji hêla dadgehê ve hat xwestin lê navê min ne di vê lîsteyê de bû. Li ser vê lîsteyê jî xuya dibe ku şahid derewan dike. Tevî ku di girtîgehê de bûm jî îdiayên wiha dike û dibêje bûye şahid. Şahidê nepen ‘Hermes’ îdia dike ku bavê min di sala 2013’an de endamê meclisa şaredariyê bûye û li herêmên Behra Spî û Egeyê xebitiye.  Ev ne rast in. Bavê min di 31’ê Adara 2019’an de weke endamê meclisê hate hilbijartin.” Piştre jî Bagcik, mazbataya bavê xwe pêşkeşî dadgehê kir.

 ‘DOZGER BI ERKA XWE RANABE’

Bagcik her wiha got: “Tevî vê yekê jî di mitaleyê de cih daye îdiayên vî kesî. Ev ne hiqûqî ye. Dozger, heqîqetê vedişêre. Dozger wê rojê li vir bû,çawa ev nedît? Weke hiqûqnasekî gelo ma ev tişt ji bo we aqilane tên? Li gorî min kîneke şexsî heye. Her wiha divê li dozger û polîsên îfadeyên van kesan girtine bê kolan. Li gorî min avadaniyeke mîna FETO’yê heye. Karê komekê bi tenê ew e ku di derheqê me de agahiyan kom dike. Ne mimkûn e dozgerek bikare nêzî 400 îfadeyan di rojekê de bigire. Erk û berpirsyartiya xwe pêk nayîne. Bo mînak; DAÎŞ mijareke giring e. Heta vê koma Kurd, Tirk qetil kirine nabîne. DAÎŞ’ê weke rêxistina terorê nabîne. Jê re gotiye milîtan. Hemû kesên DAIŞ’ê li dijî wan êrîş kir mixelef in.Gelo ma ev ji bo we jî xerîb nayê?”

 ‘ŞAHID DEREWÎN IN’

Bagcik, axaftinên serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû yên têkildarî DAÎŞ’ê bi bîr xistin û wiha pê de çû: ‘’Dozger jî bi heman awayî hewl dide di mitaleyê de DAÎŞ’ê şirîn nîşan bide. Li şûna ku dadgeh vê mitaleyê betal bike, qebûl kir û daxwazên dozger erê kirin. Ji ber vê jî baweriya me bi dadgehê nayê. Hûn jî dizanin ku ev şahid derewîn in lê we kirariyek neda destpêkirin. 

‘ŞAHIDEKÊ WISA NÎN E’

Şahid ‘Muhammed Zengîn ‘ û şahidê nepen ‘Ûlaş’ di heman rojê de, heman koma polîsan û ji hêla heman dozgerî ve hatiye guhdarîkirin. Zengîn di tevahiya rojê de îfade da, îfadeyê wî ji 18 rûpelan pêk tê. Ûlaş jî di heman rojê de ji hêla heman komê ve 328 rûpel îfade daye. Gelo ma ev pêkan e? Îfadeyên Ûlaş ên di dema lêpirsînê de û yên di dema şopandinê de ji hev cuda ne. Sedema wê jî ev e. Ûlaş, şahidek e ku hatiye amadekirin. Bi rastî şahidekê wisa nîn e.

'DOZGER LI GORÎ BIRYARA DADGEHÊ TEVNEGERIYA'

Heman îfade hatin kopîkirin û herî kêm 10 kesên din li dosyeyê hatin zêdekirin. Tu şahidiyeke Ulaş nîn e. Baş e lê îfadeyeke wiha dirêj kê daye? Çawa da? Her wiha dibêje têkildarî bûyerên Kobanê pêşdîtineke wî nebû. Dadgehê carekê ji dozger belge xwest. Lê dozger bi hinceta ‘nepeniyê’ tiştek neda. Hêj niha jî li ser dosyeyê biryara nepeniyê heye. Hindik maye darizandin biqede lê hêj biryara nepeniyê li ser e. Dozger ji her kesî bihêztir derket. Sond pê dane xwarin, bi komeke li dijî me dixebite re dixebite û her tim sûcan çêdikin. Ji navên dibêjin tenê yek jê rast e ku ew jî nav û paşnavê min e. 

'ÎFADEYÊN ŞAHIDÊ NEPEN BÊÎMZE NE'

Şahidê nepen Hermes dibêje ku di rêxistinê de cih girtiye. Lê dibêje ku derheqê wî de tu lêpirsîn an jî şopandin nîn in. Derketiye holê ku ji bo siûdeke hiqûqî ji vê rewşê bigire wiha kiriye. Li gor CMK’ê îfadeyên kesên wiha esas nayên girtin. Heta îmzeyên ‘Hermes’ û ‘Atlas’ di bin girtekên îfadeyê de jî nîn e. Gelo ma dadgeha we vê nabîne? Li dijî me ye lewma hûn nabînin? 

'ÇIMA ÎFADEYÊN MIROVAN DIDIN GUHERTIN' 

Car bi car hikûmet diguherin. Hikûmeta nû jî tiştên hikûmeta berê paqij dike. Di van rewşan de derdikeve holê bê ka kîjan koman derhiqûqî kirine. Ev kom jî wê derkeve holê. Lê em dixwazin hûn derxînin holê. Çima ewqas bi van mirovan re mijûl dibi? Çima îfadeyên mirovan didin guherandin? Weke min berê gotibû, derket holê ku qompas e. ‘Hermes’ û ‘Atlas’ di nava 5 mehan îfade dane û hema hema hemû îfadeyên wan heman in. Qet nebe bila we bêhnok cuda bi kar anîbûna. Dozger negot bê ka çima derew li Mesûd kiriye? Çima nabêje ev kompaseke? Bi mitaleyê diyar bû ku berdewamiya vê komê ye. Ev tevek jî ji hêla heman navendê ve tên birêvebirin. Bila dadgeha we vê lêkolînê bike. Bi ser de jî di mitaleya xwe de qala diziyê dike.

‘JI BER KU CUBE LÊ YE HER TIŞTÎ DIBÊJE’

Dibe ku metnên amade danîbin pêşiya dozger jî. Divê ev kom tevek bê lêkolînkirin. Dibe ku gefa cezayekê li ser wan jî hebe. Di navbera her du îfadeyan de 5 meh ferq heye. Lê ev çawa dibe? Tevî vê yekê jî têxe nav mitaleyê. Ji ber ku cubeyek ber kiriye nikare her tiştekî bibêje. Divê mirov hinek bi hedê xwe bizane! Ez ê beraetê bigirim û piştî beraetê jî heke hûn venekin jî ez ê di der heqê hemû kesên di vê komê de dozê vekim. Heke piştî biryarên dawîn hûn tiştekî nekin, ez ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînim. 

TU SÛC NÎN E LÊ SÛC TÊ ÇÊKIRIN

Şahidê nepen ‘Atlas’ di 7’ê cotmeha 2020’an de derheqê min de îfade daye. Heman îfade 5 meh piştre şahidê nepen ‘Hermes’ ji bo Ayla Akat Ata daye. Tevî vê yekê jî ev xisûs di mitaleyê de cih digirin. Du kesên cuda, di navbera îfadeyên wan de 5 meh hene lê derheqê du kesan de heman tiştan dibêjin. Gelo ev çawa dibe? Ez li bendê me ku ev ji dosyeyê bên derxistin. Di heman demê de şahid Atlas derheqê herî kêm 10 kesan de heman îfade daye. Ev tişt, derewên di bin navê şahidiya nepen de ne. Derket holê ku van kesan ev îfade nedane. Îfadeyeke hatiye dayîn tune ye. Îfadeyên ji ber xwe ve hatine çêkirin hene. Li holê sûc tune ye, afirandina sûc heye.” 

Dadgehê heta saet 13.50’ê navber da danişînê.