Doza Kobanê: Tiştên aîdê Kurdan tev tên terorîzekirin

Parêzer Yûsûf Çakas bi lêv kir ku Doza Kobanê dozeke polîtîk e û tu têkiliya miwekîlên wî bi bûyerên Kobanê re nîn e

Rûniştina sêyemîn a danişîna 30’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên Kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tên darizandin, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Dadgeha Cezayên Giran a 22'yan a Enqereyê li dozê dinihêre.

Rûniştina 30'emîn a danişînê piştî navberê dewam kir. Siyasetmedar Mesût Bagcik piştî navberê li axaftina xwe dewam kir û îşaret bi doza li Çewligê ku der barê wî de hatiye vekirin û bi vê dozê re hatiye yekkirin, kir. Bagcik di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dadgehê di biryarên navberê de tim bi îdiaya "gumana revê" kesên girtî bernade. Bagcik anî ziman ku 30 sal in li heman cihî dijî, lê dîsa jî ji bo wî tê gotin ku "dibe ku bireve" û got ku du sal berê hatiye berdan, lê nereviyaye. Bagcik xwest şertê kontrolkirina edlî ya li ser wî bê betalkirin û daxwaza berdana xwe kir. 

‘DOZ DOZEKE POLÎTÎK E’

Ji parêzerên dozê Yûsûf Çakas jî destnîşan kir ku doza heyî dozeke polîtîk e. Çakas destnîşan kir ku tu eleqeya miwekîlên wî bi bûyerên Kobanê re nîn e û civak jî wiha difikire. Çakas bal bir ser DAÎŞ'ê û got ku di dema êrîşên DAÎŞ'ê de YPG'yî li nexweşxaneyên Tirkiyeyê hatine dermankirin û bi hezaran çek ji xaka Tirkiyeyê ji ciwanên Kurd re çûne.

‘BI DOZÊ PEYAMA ‘KURD TERORÎST IN’ TÊ DAYÎN’

Çakas destnîşan kir ku mitale li ser dijminatiya li hemberî Kurdan hatiye çêkirin û got ku ew ê vê dijminatiyê teşhîr bikin. Çakas wiha pê de çû: "Hûn dibêjin qey Kurd vê dozê wek dozeke hiqûqî dibînin?" Çakas diyar kir ku şahidê veşarî Hermes miwekîlê wî nas nake û got: "Tu dibêjî qey dozger mitaleyê ne ji bo we, lê ji bo agahiyan bide bavê xwe nivîsandiye. Ez yeqîn nakim dadgehek vê mitaleyê bike esas. Dozger bi israr dibêje 'terora etnîk.' Divê ez li ser vê bisekinim. Çanda Kurdan wekî sûc tê hesibandin. Versiyona 2023'yan a'bi tirkî biaxive, pir biaxive' bi vê mitaleyê careke din derketiye pêşiya me. Hemû tiştên aîdê Kurdan di mitaleyê de hatine terorîzekirin."

Çakas destnîşan kir ku armanca bi vê dozê ew e ku peyama "Kurd terorîst in" bê dayîn û got: "Kurd û dostên wan tên darizandin."

Dadgehê danişînê taloqî sibehê kir. Danişîn wê sibehê saet di 13.00'an de berdewan bibe.