Doza Kobanê: Piştî ku 'pêvajoya çareseriyê' bi dawî bû, lez dan lêpirsînan

Parêzer Benan Molû anî ziman gava “pêvajoya çareseriyê” bi dawî bû, lez dan lêpirsînan û got: “Piraniya delîlên wekî hatine nîşandan divê di çaçroveya "pêvajoya çareseriyê" de bên nirxandin.”

Doza Kobanê ku ji ber çalakiyên protestoyê yên piştî êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Kobanê, di navbera 6-8'ê Cotmeha 2014'an de dest pê kirin hat vekirin û Hevserokên Giştî yên HDP'ê yên berê jî di nav de 18 jê girtî 108 kes tên darizandin, li Kampusa Girtîgeha Sîncanê didome.

Rûniştina dozê bi parastina parêzer Benan Mola ku parêzerê Demîrtaş e, dewam kir. Molû diyar kir ku têkildasrî tweetên HDP'ê yên bûne mijara dozê heya sala 2019'an tu lêpirsîn nehatine destpêkirin û got: "Em piştî girtinên duyem hîn dibin û em hîn dibin ku ji ber vê tweetê delîlek heye û ji ber vê doza 37 caran cezayê muebedê û bi dehhezaran salan ceza tê kirin. Piştî biryara DMME'yê, ev delîlên hatine berhevkirin nabin sedema twanbarkirinê. Paşê tiştek derxistin û gotin 'Demîrtaş rê li ber mirina mirovan vekiriye' û ferman dane darazê. Demîrtaş cara duyan bi guheransina îsnada sûc hat girtin."

Molû di berdewama parastina xwe de diyar kir ku piraniya delîlên wekî hatine nîşandan divê di çaçroveya "pêvajoya çareseriyê" de bên nirxandin û got: "Heya dawiya pêvajoyê, ji ber tu daxuyaniyekê kes ji bo Demîrtaş tevnegeriyaye. Kengî pêvajo bi dawî bû ev doz û lêpirsîn hatin amadekirin."

Rûniştin ku bi beyanên parêzeran didome, dê sibês saet di 10.00'an de ji cihê mayî bidome.