Li Enqerê, 9'emîn danişîna Doza Kobanê di roja 3'emîn de li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hatiye avakirin, berdewam dike. Parlamenterên HDP'ê, endamên Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê, endam û rêveberên HDP'a Enqerê û gelek kes tevlî danişînê bûn. Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li danişînê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn. Hin siyasetmedaran jî hincet nîşan dan û tevlî danişînê nebûn.
'DIVÊ TÊKOŞÎNA KURD, ELEWÎ Û KEDKARAN BIBE YEK'
Endamên Desteya Rêveber a Navendî yê HDP'ê yê berê Bulent Parmaksiz di danişînê de axivî û wiha got:“ Kurd ditirsin bi Kurdî biaxivin, Elewî nikarin baweriya xwe bijîn. Eger di dîrokê de pirsgirêka Kurdbûn, Elewîtî û jinê çareser bibûya, wê ev pirsgirêk nebûna pirsgirêkên me yên sereke.“
Parmaksiz, wiha berdewam kir: “Kurd çiqasî azad bin, Tirk jî ewqas azad in. Eger mêr zordestiyê li jinê bike, diyar e ku jin ne azad e, mêr jî nikare azad bibe. Lewma azadiya mêr bi qasî azadiya jinê ye. Heger şeklê têkilîyê ne dilxwazî lê mecbûrî be, azadî di wê têkilîyê de nayê gerîn. Min hewl da ku ji têkiliya jin û mêr di wateya yekjimar de dest pê bikim, ez ê têkiliya azadiya gelan jî bi dest bixim. Heger di navbera her du gelan de têkiliyeke ku dilxwaziyê dike, ne li ser esasê erkan hebe, wê demê mirov dikare qala azadiyê bike. Di navbera her du gelan de bi rastî jî têkiliyeke azad heye an na, cihê nîqaşê ye. Ya girîng ne ev e dewlet çi dibêje, ya girîng gel çi dibêje û hîs dike. Kurd çiqas azad bin, Tirk jî ewqas azad in. Kurd çiqas diêşin, Tirk jî ewqas diêşin. Kurd çiqas bextewar bin, Tirk jî ewqas bextewar in. Azadiya yekî tê wateya azadiya yê din. Nebûna azadiya yekî tê wateya nebûna azadiya yê din. Îradeya azad ya Kurdan nayê qebûl kirin û tê pişaftin. Kurd û Tirk ji hev dûr ketin û dejenerebûna civakî kûrtir bû. "
Navber dan danişînê û danişîn sibê bidome.