Doza Kobanê: Dozger pişta DAÎŞ’ê digre

Siyasetmedar Mesût Bagcik di rûniştima Doza Kobanê de axivî û diyar kir ku dozger qet qala DAÎŞ’ê nekiriye.

Rûniştina yekemîn a danişîna 30’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên Kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat dîtin.

Siyasetmedar Mesût Bagcik ku negirtî tê darizandin, siyasetmedarên jin Sebahat Tuncel, Ayla Akat Ata û gelek jinên din di danişînê de amade bûn. Yuksekdag û siyasetmedarên jin ên din bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn. 

Mesût Bagcik têkildarî mutalaayê axivî û got ku di mutalaayê de tiştên leha wan cih negirtine. Bagcik, wiha domand: “Ev yek bi zanebûn hatiye kirin. Dozger, bi vê yekê hewl dide rastiyê veşêre. Ev mutalaa, belgeyeke polîtîk e. Dozger, hestên xwe yên şexsî tev li mutalaayê kiriye. Ez dixwazim ku ev mutalaa li dozger bê vegerandin.” 

‘ÇIMA NAVÊ DAÎŞ’Ê TUNE YE?’

Bi domdarî Bagcik anî ziman ku dozgerî di mutalaayê de qala DAÎŞ’ê nekiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke ku ev rêxistin qet tune be tevgeriyaye. Hemû kes dizane bê ka vê çeteya komkujer û qirker çi kiriye. Di nava sînorên vî welatî de jî bi dehan komkujî kir û bi sedan kes qetil kir. Ev mutalaa hiqûqî nîne. Lewma mutalaaya hatiye amadekirin mîna îdianameyê polîtîk e. Tenê sedemek heye ku ez niha li vir im û ew jî kurdbûna min e.” 

Di berdewamê de Bagcik destnîşan kir ku mijara dozê “Bûyerên Kobanê” nînin û wiha pê de çû: “Sedema vekirina vê dozê ew e ku zextê li muxalefetê bikin. Ez bi parçekirina welêt têm tawanbarkirin. Ma ev welate xiyar e ku dabeş bikim?”

 Bagcik, bal kişand ser îfadeyên şahidan ên di dosyayê de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îfadeyên gelek şahidan hev nagirin. Li ser zewicîbûn û azebtiya me bi ‘endamtiya rêxistinê’ tên tawanbarkirin.” Di vê navberê de ji dozgerê li eywanê pirsî bê ka zewicî ye yan na. Bagcik, wiha domand: “Ji bilî van pênaseyan, hinek pênaseyên din jî hene. Weke mînak, îdia dikin ku em naxebitin. Pênaseya ‘bi karekî ve mijûl nabin’ hatiye kirin. Lê min bi gelek belge raxistin holê ku min gelek kar kirine.” 

 Bagcik, got ku derheqê wî de îdiayeke weke “Demekê berpirsyarê KCK’ê yê Tirkiyeyê bû” hatiye kirin û wiha derbirî: “Her wiha tê îdiakirin ku ez çûme Qendîlê û li wir hatime peywerdekirin. Ez tu caran neçûme Qendîlê û ev yek jî îdiayên perwerdeyê yên şahidê nepen ‘Ulaş’ diderewîne. Îfadeyên Ulaş hev nagirin. Ev yek bi tena serê xwe bes e ku ev dosya were betalkirin. Îfadeyên şahidan ên di pêvajoya lêpirsînê de esas hatine girtin lê diviyabû îfadeyên wan ên di pêvajoya teqîbatê de esas bihatina girtin. Ev yek nîşan dide ku dozger ji hiqûqê fêm nake. Dozger, weke ku her tişt bi hev re dîtibin diaxive. Gelo ma dozgerek di dozê de dikare bibe şahid?” 

Bagcik, got ku dadgehê li şahid Ulaş guhdarî kiriye û wiha bal kişand ser îfadeyên wî: “Ez ji ber îfadeyên Ulaş têm darizandin. Lê belê Ulaş li xwe mikûr hat ku agahiyên wî nînin. Lewma divê şahidiya wî were betalkirin. Dibe ku gef lê hatibe xwarin lewma ev îfade da bin. Gelo dibe ku ji bo vê îfadeyê pê re bazarî hatibe kirin? Dibe ku bi malbata wî gef lê hatibe xwarin? Lewma şahidekî wiha nîne, nabe. Dibêje ku şahidiya tu tiştekî nekiriye. Xuyaye ku hinek metn danîne pêşiya vî qaşo şahidî. Ji ber îfadeyên vî kesî dan û nedayîn li vê dosyayê hatim zêdekirin.” 

Dadgehê heta sibê navber da rûniştinê.