Doza Kobanê: Divê nasname û têkoşîna kedê bibe yek

Endamê MYK'ê yê berê yê HDP'ê Bulent Parmaksiz, di danaşîna doza Kobanê de axivî û diyar kir ku divê têkoşîna neteweyî ya Kurd û têkoşîna kedê bibin yek.

Danişîna 9'emîn a Doza Kobanê di roja duyemîn de li Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê berdewam dike. Danişîn li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê ye tê birêvebirin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, endamên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDP’ê yên berê jî di nav de 22 jê girtî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin.

Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê tên girtin li eywana danişînê amade bûn, siyaestmedarên li girtîgehên cuda jî tên girtin bi riya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Ayla Akat Ata, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak û Gulser Yildirim hêcet nîşan dan û beşdarî danişînê nebûn.

Danişînê duh bi parastina Endamê MYK’a HDP’ê Bulent Parmaksiz dest pê kiribû, îro û danê nîvro jî berdewam kir. Parmaksiz, li ser Tirkiyeya kevin û Tirkiyeya nû nirxandinan kir û bal kişand li ser qetilkirina Başak Cengîz û got: “Jinek li nîvê kolanê hat qetilkirin. Li vî welatî cînayetên jinan û kar ber bi hev ve diçin. Ev rewşa Tirkiyeya nû ye.“

‘EM Ê BI HEVRE VEGERIN JIYANÊ‘

Axaftina Parmaksiz wiha ye:

“Hovên bi navê DAIŞ’ê êrîşî Kobanê dike û me jî li dijî wê peyama piştevaniya Kobanê belav kir. Bingeha dozê ev e. Ji bo vê jî em tên darizandin. Dîrok dê vê dozê cuda binivîsîne. Ger 38 ruhê min hebûya, min ê bida nirxên ku li ser vê xakê dijîn. Serhildana Şêx Bedrettîn, serhildan û raperînên di Osmanli de. Serhildan ji bo wekheviyê dest pê dikin. Serhildana Bedrettin jî yek ji wan e. Min kîna çînên serdest dît. Dema ku kevirê gora Bedrettîn çêdikirin jî, heqaret li wan kirin. Çalakiyên me ewqas wan bêzar dikin ku xwestin bikişînin ‘li aliyê din‘ jî. Heta 1965’an jî hestî di gorê de tê rawestandin.

Li Rojhilata Navîn berxwedanên dîrokî hene. Berxwedan û berxwedêrên weke Mazdek, Babek û Hasan Sabbah hene.

Piraniya hêzên Çevîk mamoste ne ku nikarin bên tayînkirin. Mixabin mirovên me nikarin pêşeyê xwe bike,  tişta bi êş jî ew e ku hêzên ewlehiyê weke darekê li civakê bikar tînîn. Ew jî difikirin ku xizmetê ji dewletê re dikin. Lê ew bi cîhana xeyalî têne xapandin. Dema ku ji çevîkekê pirs dikim dibêj, ‘ez xizmetê ji dewletê re dikim‘ Zarokên me dayikên xwe derb dikin. Ez li dijî pergala mirovatî û xwezayê tune dikin im. Pergala kaptalîzmê xweza û morvahiyê tune dike û dikuje.

Hem ol û hem jî nirxên çandî vala kirin e.

Daxwaze me tenê bi hevre hiberîn û parvekirin e.

'DIVÊ TÊKOŞÎNA ME BIBE YEK‘

Ez ne li dijî siyaseta nasnameyê me. Kurd dikarin bikin, jin û Elewî jî dikarin bikin, ez piştgirî didim vê yekê. Li gelek deverên cîhanê têkoşînên wiha hene, wek Aborjîn û xwecihiyên Amerîkayê û ez piştgiriya wan dikim. Divê bi têkoşîna kedê re were yekkirin. Sosyalîst alîgirê firehiyê ne. Ger ev têkoşîn bi siyaseta kedê re neyê yekkirin, tu encam nayê girtin. Tiştê ku em jê re dibêjin rizgariya civakî ancax bi tunekirina amûrên hilberînê pêkan e. Derdê me ew e ku em bi hev re hilberînin û parve bikin. Wê demê azadiya rastîn wê pêk were."

Piştî parastina Parmaksiz doz heta 3 Sibatê navber hate dayîn.