Doza Kobanê: Dawiya desthilata ku hûn xwe disipêrinê tê

Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel ku di Doza Kobanê de axivî û got: "Dawî li vê darizandinê bêedalet bînin. Dawiya wê desthilata ku hûn pişta xwe disipêrinê tê. Ev çerx dê wisa negere."

Danişîna 12'an a Doza Kobanê ku 108 kes pê tên darizandin, di roja 7'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê dewam kir.

Piştî navberê danişîn bi daxwazên ji bo berdanê dewam kir. Ewilî Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) ê berê Selahattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş destnîşan kir ku beyanên şahidan pûç bûne, lê dadgehê cardin jî qenaeta xwe neguherandiye. Demîrtaş bilêv kir ku piştî banagwaziyê Erdogan HDP'ê kiriye hedef û got: "Ev doza bi endezyariyeke siyasî tê birêvebirin didome. Şahid hatine qanehkirin, beyanên di aleyhê de hatine girtin. Şahid beyanên xwe dinepixînin, lê  dadgeh cardin beyanên wan esas digire. Şahid bên û bibêjin ku 'Me bêbextî kir.' Ev dê jib o dadgehê ne muhîm be."

‘DÊ GEL VÊ MOHRÊ JI WE BISTÎNE‘

Demîrtaş di berdewamê de îdiayên tên kirin hemûyan bi belgeyan pûç kir û got: "Lê ev hemû ji ber kesên hiqûqê binpê dikin û kesên li gor fermanên siyasî tevdigerin hatine afirandin. Zarok ji ber ku xercaneya wan têr nake li dibistanan ji nêza ve ji xwe ve diçin, lê AKP'î di wesayîtên xwe de kokaînê dikişînin, bi otomobîlên luks digerin. We ev welêt xist vî halî. Dibe ku hûn niha guh li van gotinên min nekin. Îro ro mohr bi we re ye, lê li vira gel heye û dê vê mohrê ji we bistîne."

Paşê Parêzer Kenan Maçoglû axivî. Piştî Maçoglû Ayla Akat Ata axivî. Ata anî ziman ku darizandin bi awayekî baş pêş ve nakeve û got: "Li vir êdî her kes her kesî nas dike. Ez helwesta we seorkê dadgehê ya ji bo hevpêşîyên min rexne dikim."  Ata di berdewama axaftina xwe de li ser mutalaayê sekinî û di dawiyê de destnîşan kir ku li Tirkiyeyê divê daraz cardin bibe darazeke sebrixwe û got: "Nirxên ku rojava ew temsîl dikin, tenê ne ji bo wan e, nirxên hemû mirovahiyê ne. Ez dixwazim mirovên li vî welatî jî xwedî van nirxandin bin. Konseya Ewropayê Tirkiye jî di nav de bi gelek welatan re pênaseya dewleta hiqûqê da ber nîqaşê û pîvan hatin danîn. A girîng ne ku ev pîvan tenê di qanûnan de bimînin, a girîng dadgeh jî van pîvanan pêk bînin."

Piştî axaftina Tûncelê 15 deqe navber hat dayîn.

‘BI BEYANÊN ÎTIRAFKARAN MAF Û AZADIYÊN MIROVAN HATIYE XESPKIRIN‘

Ata, piştî navberê cardin axaftina xwe domand û destnîşan kir ku bi beyanên îtirafkaran maf û azadiyên mirovan hatine xespkirin. Ata, bilêv kir ku ji sala 2015'an heya niha bênavber tê darizandin û got, ya tê kirin bêhiqûqîtî ye û dê heya dawiyê bitêkoşe.

Piştî Atayê Parêzer Cahît Kirkazak axivî û got, serokê dadgehê dixwaze parêzeran biçewisîne.

Piştî Kirkazak Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tûncel axivî. Tûncelê destnîşan kir ku li vê dadgehê mekanîzmaya darizandineke adil tune ye û got: "Tenê peywireke ku detshilata siyasî daye heye. Ez dadgeran îtham dikim. Ev ne meseleya we tenê ye. Desthilata siyasî Tirkiyeyê xistiye vî halî. Desthilata siyasî kê biwxaze li van dadgehan dide girtin û dide berdan.“

‘MESELEYA KURDÎ DÊ LI DADGEHAN NEYÊN ÇARESERKIRIN‘

Tûncelê paşê Bahtiyar Çolakê endamê çeteya Atadedelerê bibîr xist û bang li du endamên dadgehê yên bi Çolak re xebitîne kir û got: "Hûn nikarin Çolak bidin jibîrkirin. We bi hev re ev îdianame qebûl kir. Hûn û wî li ser heman sifreyê rûniştin. An wî cubeyê bi rûmet deynin an jî dev ji vê dozê berdin."

Tûncelê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku meseleya Kurdî dê li dadgehan neyên çareserkirin û got: "Gava hiqûq ji holê bê rakirin, dê bi her awayî rizandin dest pê bike. Eynî wekî Tirkiyeyê."

‘DAWÎ LI VÊ DARIZANDINÊ BÊEDALET BÎNIN‘

Tûncelê ragihand ku pêşiya siyaseta demokratîk hatiye girtin û got, HDP û hemû kesên ji bo demokrasiyê têdikoçin tên krîmînalîzekirin.

Tûncelê bang li heyeta dadgehê jî kir û got: "Dawî li vê darizandinê bêedalet bînin. Dawiya wê desthilata ku hûn pişta xwe disipêrinê tê. Ev çerx dê wisa negere. Muxalefeta civakî qels be jî, lê axirê dê ço kesên wî bi kar tînin biwestîne. Dewlet bi salane ji Kurdan, jinan û muxalifên din re dibêje 'heger hûn xw ebêrûmet bikin em ê bela xwe di we nedin', lê em ê dev ji nasnameyên xwe bernedin. Em ê xwe bêrûmet nekin. Ezebbûna hevalek me kirine hinceta girtinê. Yahû ji we re çi? Çima ezebbûna wê bala we dikişîne? Qaşo şahidekî nepen gotiye, 'ên kadro nazewicin.' Gelo me ev bi we dikeve? Têkoşîna jinê têkoşîneke bi hezaran salan e. Têkoşîna jinê, têkoşîna demokrasiyê ye. Em bi salan ji bo jinan têkoşiyan."

Tûncel di berdewama axaftina xwe de dubare kir ku heyeta dadgehê adil tevnagere û got, lê wê ji van rojên tarî xelas bibin.

Danişîn sibê dê ji cihê mayî bidome.