Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Dogan Erbaş parêzer Dogan Erbaş komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şertên tecrîdê û girîngiya azadiya fîzîkî ya Ocalan ji ANF’ê re nirxand.
KOMPLOYA NAVDEWLETÎ DIDOME
Erbaş diyar kir ku pergala êşkenceyê ya Îmraliyê di sala 24’an de didome û got “Tecrîda giran, tecrîda mutleq, pergala êşkenceyê ya tecrîdê, darbest an jî korîdora mirinê, em jê re çi bibêjin jî di sala 23’an de DYE ya ku Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kir û hemû dinyaya rojava berpirsên sereke yên vê pergala êşkenceyê ya li Îmraliyê ne. Parêzeran gelek serlêdan kirine, serlêdaneke taybet li Neteweyên Yekbûyî hate kirin. Lê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ligel ku gelek caran hatin jî şert neguherîn. Dema wisa be, em dibînin ku komploya navdewletî didome. Armanca komploya navdewletî ev bû ku îradeya azadiyê ya gelê Kurd û bîra wê Abdullah Ocalan di warê fîzîkî de ji holê rakin. Di vî tiştî de bi ser neketin. Dema ku bi ser neketin vê carê ew xistin bin tecrîdê û xwestin ji bo qedandina wî û îmaja wî ya di nav gelê Kurd û gelên din de pergalek ava kirin. Carinan hin hevdîtin pêk hatin. Di navbera salên 2013-2015’an de hevdîtinên ‘Pêvajoya Çareseriyê’ çêbûn. Lê ji ber sedemên tên zanîn ew pêvajo ji aliyê desthilatdariyê hate qedandin. AKP’ê bi MHP û Ergenekonê tifaq çêkirin û di polîtîkayên şer de israr kirin. Ji ber vê jî kesên Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin, bi pergala êşkenceyê ya tecrîdê re komployê didomînin.
Erbaş diyar kir ku heta azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk neyê ew nikarin bibêjin komplo hatiye pûçkirin û got “Lê Ocalan bi hilberandina xwe ya fikrî hêzên komployê pûç kir. Ocalan li Îmraliyê berxwedaneke mezin nîşan da. Wî gotina wî ‘Wî zayîna sêyemîn’ pêk anî. Bi hilberîneke fikrî û bi paradîgmayeke nû gelê Kurd di serî de ji bo hemû gelan bi paradîgmayaya ekolojîk, demokratîk, li ser esasê azadiya jinan di warê hişî de komplo pûç kir. Ocalan di şertên herî dijwar ên Girava Îmraliyê bi ked û lêhûrbûneke mezin bi hezaran rûpel parêzname amade kri. Bi parêznameyên ku ji DMME re şandî, cîhana xwe ya fikrî dewlemendtir kir û paradîgmayeke nû danî holê. Di vî warî de hêzên komployê pûç kir.”
DAXUYANIYÊN LI SER NAVÊ WÎ BÊEXLAQIYEKE MEZIN E
Parêzer Dogan Erbaş diyar kir ku 11 meh in tu agahî ji Ocalan nayê stendin lê li ser navê Ocalan daxuyanî tên dayîn. Erbaş hêzên çepgir ên dûrî rastiya Abdullah Ocalan jî disekinin rexne kir û got “Di van rojan de derbarê Abdullah Ocalan nîqaşên nû tên kirin. Ne bi tenê desthilatdarî, pêdiviya hemû elîtên siyasî yên Tirkiyeyê jî bi rûbirûbûna rastiya Ocalan hene. Desthilatdarî, mûxalefet û hêzên çepgir. Hêzên çepgir ji ber angajmana wan a îdeolojîk û ji ber helwesta wan a dogmatîk em dibînin ku dûrî tecrîd û rastiya Abdullah Ocalan in. Ev pirsgirêkeke cîddî ye. Ji aliyê din ve pêkhateyên Tifaqa Millet di serî de jî CHP bêyî ku derbarê tecrîdê gotinekê bikin û navê wî bibêjin dixwazin rêya xwe bidomînin. Ev paradoks û pirsgirêkeke cîddî ye. Di nav desthilatdaritê de di şexsê Erdogan de li ser navê Abdullah Ocalan hin daxuyanî tên dayîn. Ev mînakeke mezin a bêexlaqiyê ye. Him tu yê tecrîdeke mezin li ser rêzdar Ocalan pêk bîne û him jî destûrê nedî ku parêzer jî tê de tu kesî nebîne, tu yê hemû qaîdeyên hiqûqê bin pê bikî, tu yê bibêjî ez biryarên DMME û CPT’ê nas nakim û piştre rabî li ser navê Ocalan daxuyaniyan bidî. Ev helwesteke dûrî exlaq e, helwesteke bêcîddîyet, bê prensîb e û ne di cih de ye. Li Tirkiyeyê ya gelê Kurd di serî de kesekî ku dikare jiyana hemû gelan bike bahar û kesekî wisa ku fikr, pêşniyaz û projeyên wî hene, bi qutkirina dengê wî, jiyana gelan dixin xetereyê.”
Erbaş gotinên Abdullah Ocalan ên di telefonê de bi bîr xist û got “Abdullah Ocalan gotibû ‘Mafên min hene, hiqûqa min heye. Ev xapandinek e û hûn jî tevlî vê xapandinê dibin’ Gelê Kurd di serî de hemû gel dixwazin ji devê wî tiştên ku diqewimin, guhdarî bike. Ev yek ji parêzerên wî me û bi salan çûm giravê, heke li ser meseleyekê fikra Abdullah Ocalan hebe, ew dixwaze bi rêya parêzerên xwe vî tiştî bibêje. Heke nêteke wisa ya desthilatdariyê hebe –Wisa dixuye amadekariyeke wisa ya desthilatdariyê tune- wekî bazariyeke li ser hilbijartinê wê nêzî rêzdar Ocalan bibe, ev wê bibe feqeke mezin. A niha tu projeya aştî, demokrasiyê ya Erdogan tune û dema ku qala van tiştan bike, ev jî diyar dike Erdogan çiqasî reben û bêçare ye.”
DIVÊ HEMÛ GEL Û MÛXALEFET Û DERDORÊN ÇEPGIR Û SOSYALÎST LI HEMBERÎ TECRÎDÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN
Erbaş diyar kir di civîna 6 serokên partiyan de pirsgirêka Kurdan û Abdullah Ocalan nehatiye dîtin û got “Divê ew partî Abdullah Ocalan têxin rojeva xwe û bi vê rastiyê rûbirû bibin. Wê heta kîngê bêyî ku Abdullah Ocalan bibînin wê qala çareseriya demokratîk a doza Kurdan bikin? Wê heta kîngê bêyî ku aştiya civakî bibînin wê qala Tirkiyeyeke demokratîk bikin. Ev xapandin û manîpulasyon e. Dirêjbûna tecrîdê bandoreke neyînî li ser gelê Kurd dike lê hemû gelên din jî pê re qels dibin.”
Erbaş diyar kir ku divê êdî Abdullah Ocalan di warê fîzîkî de jî azad be û got “Ocalan di şertên awarte de dijî. 11 meh in, nayê zanîn bê ka dijî yan na. Hemû serlêdan û hewldanên parêzerên wî bêencam dimînin. Beriya her tiştî divê hevdîtinên bi parêzeran were destpêkirin. Divê êdî Abdullah Ocalan di warê fîzîkî de jî azad be.Li pêş me 8’ê Adarê û Newroz heye . Divê ev meh ji bo azadiya Abdullah Ocalan bibin wesîleya pêngavên nû.”