DMME'ê li ser rakirina destlênedana HDP'yiyan biryara binpêkirinê da
DMME'yê têkilî rakirina destlênedana 40 wekîlî û darizandina wan 'biryara binpêkirinê' da. Parêzeran gotin divê wekîlên rehîn bêne berdan.
DMME'yê têkilî rakirina destlênedana 40 wekîlî û darizandina wan 'biryara binpêkirinê' da. Parêzeran gotin divê wekîlên rehîn bêne berdan.
Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) derheqê rakirina destlêdana 40 wekîlên HDP'ê û darizandina wan, ku 20'ê Gulana 2016'an destlênedan awan hatibû rakirin, biryara binpêkirinê da.
Parêzer Mahsûnî Karaman derheqê biryarê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev daxuyanî da:
''DMME'yê bi biryara Encû/Tirkiyê ku îro aşkere kirî, bi sedema destlênedan û darizandina 40 wekîlên HDP'ê ya 20'ê Gulana 2016'an, biryara binpêkirina azadiya derbirînê da.''
PARÊZER DEMÎR: DIVÊ DARIZANDIN BIKEVIN, WEKÎL BÊNE BERDAN
Parêzer Ramazan Demîr jî derheqê biryara DMME'yê got, ''Bi biryara Daîreya Mezin a DMME'yê re dema ku were nirxandin, Selahattîn Demîrtaş ku diviya nehata destgîrkirin jî, ew û hevalên xwe ev 5 sal in girtî ne. Darizandina ku qediya divê ji nû ve vebe, yên ku didomin bikevin, wekîlên girtî demildest bêne berdan.''