'Divê nav rast bê lêkirin: Cemxane îbadetxane ye'
Fatûreyên elektrîkê yên zêde ku li Cemxaneyan hatin birîn, kir ku nîqaşa li ser statuya wan ji nû ve bixe rojevê. Saziyên Elewî bi biryar in: Cemxane îbadetxane ye.
Fatûreyên elektrîkê yên zêde ku li Cemxaneyan hatin birîn, kir ku nîqaşa li ser statuya wan ji nû ve bixe rojevê. Saziyên Elewî bi biryar in: Cemxane îbadetxane ye.
Ji ber bihabûna elektrîk û gazê, hem gel hem jî kargehan serî hildan. Fatûreyên zêde yên li cemxaneyan hate birîn jî kir ku nîqaşeke nû dest pê bike. Li gel biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî Tirkiye cemxaneyan naxe statuya 'îbadetxaneyê', weke 'tîcaretxaneyê' pênase dike.
Ji ber ku fatûre jî li gorî kargehan, saziyên tîcaretê bi rengekî cuda tê ferzkirin, ev yek cemxaneyan tengav dike.
Her wiha ji ber ku Cemxane weke îbadetxane nayên qebûlkirin, nikarin ji budçeya Serokatiya Diyanetê sûdê werbigirin.
Sazî û komeleyên Elewiyan nerazîbûn nîşanî fatûreyên dawî yên zêde dan û biryar dan ku 'fatûreyan nedin'.
Hikumetê jî ragihand ku wê di vê mijarê de guhertinekê bike û amadekariyên xwe hene. Lê belê li gorî agahiyên li nava raya giştî belav bû, ev guhertin wê tenê ji aliyê nirxandina cemxaneyan bi rengê 'tîcaretxane'yê bê kirin.
Yanî li ser statuya 'îbadetxaneyê' ya cemxaneyê guhertinek nayê kirin.
Serokê Giştî yê Weqfa Çandê ya Anatoliyê ya Haci Bektaş Velî Ercan Geçmez li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û doza ku sala 2010'an têkildarî statuya îbadetxaneyê vekirine bi bîr xist: "Ev meseleyeke nû nîne. Bi salane em bi tarîfeya tîcaretxaneyê berdêla elektrîkê didin. Di vê mijarê de sala 2010'an me dozek vekiribûn û windakiribûn. Dadgeha Şêwirmendiyê jî li dijî me biryar da. Dawiya dawî gotin ku Serokatiya Diyanetê wê biryarê bide ku cemxane îbadetxane ye yan na. Diyanetê jî biryar da ku cemxane îbadetxane nîne. Me ev mijar piştre xist rojeva hikumetê, me xwest ku elektrîka bêpere naxwazin, lê tarîfeya cih dixwazin. Piştre sala 2021'ê meha Mijdarê jî me serî li Desteya Bazara Enerjiyê dan. Wan jî heman bersiv dan. Nêt û hewldaneke me ya nedayina fatûreyê nîne. Ya ku em li ber radibin ew e ku tarîfeya 'tîcaretxaneyê' kirine. Eşkere ye ku tarîfe bi fermanname yan jî biryarnameyekê dikare bê kirin. Naxwe ji aliyê dayina fatûreyê ve pirsgirêk nîne."
'MESELE STATU YE, PERE NÎNE'
Parlamenterê HDP'ê Alî Kenanoglû jî ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser pirsgirêka statuya cemxaneyan û destnîşan kir ku pirsgirêk ne tenê pere ye: "Ev yek meseleyeke maf e. Pêwendiya xwe bi wê yekê re heye ku cemxane weke îbadetxaneyê bêne qebûlkirin yan na. Niha halê hazir weke tîcaretxaneyê fatûre tê birîn, lê belê bi guhertina nû re wê ev yek weke mesken yan jî navenda civakî bê nirxandin. Meseleya esasî ya me Elewiyan ew e ku cemxaneyan nakin îbadetxane. Ji xw enêta desthilatdariyê nîne ku vê yekê bike. Hewl didin vê yekê di çarçoveyeke nû de çareser bikin. Ji niha û pê ve divê komeleyên Elewiyan fatûreyan nedin. Ji ber ku eger nêzîkatiyeke çawa li mizgeftan tê kirin divê bi heman rengî nêzîkatî bê nîşandan. Pênasekirina cemxaneyan weke îbadetxaneyê heqareta li civaka Elewî ye. Weke çareseriyê wê bêjin mesken an jî navenda civakî? Lewma divê nav rast lê bê kirin; cemxane îbadetxane ye. Heta ku ev nebe wê çareserî nebe."