Di serdegirtinên malan de êşkence û binçavkirin
Li Stenbolê di gelek serdegirtinên malan de êşkence hat kirin û gelek kes hatin binçavkirin.
Li Stenbolê di gelek serdegirtinên malan de êşkence hat kirin û gelek kes hatin binçavkirin.
Li navçeyên Stenbolê, Esenyûrt, Esenler, Maltepe, Pendîk û Kagithaneyê danê sibehê li gelek malan operasyonên qirkirina siyasî hatin lidarxistin. Hate zanîn ku polêsan li Esenyûrtê di serdegirtina malan de êşkence li malbatekê kiriye. Hate ragihandin ku polêsan zirar daye eşyayan malbatan û ew belav kirine û bi copan li pişt, mil û lingên kesên li malê xistine.
Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ya Fatîhê û derbarê hejmara kesên hatine binçavkirin de agahî nehatin bidestxistin.
Hate zanîn ku kesên hatine binçavkirin 24 saetan nikarin bi parêzeran re hevdîtinê bikin.
Kesên hatine binçavkirin ev in:
Şahîn Ozyildirim, Riza Kaplan, Nesîm Ozkan, Nûreddîn Aydogan, Helîn Akman, Alattîn Altintaş, Erkan Talaş, Şukru Guler, Ûmût Delîl Aksoy, Devran Kûrt, Resûl Gedlec, Melike Akman û Mizgîn Akman.