Di mirina Atakan’da dimenên nû
Di mirina Atakan’da dimenên nû
Di mirina Atakan’da dimenên nû
Dîmenên nû yên Ahmet Atakan ê di dema protestoya 10'ê Îlonê de di encama êrîşa polîsan e jiyana xwe ji dest da, derket holê.
Birayê Atakan Sileyman Atakan dîmenên ku li li herêmê ji kamerayên dikandaran û wesayîta polîsan a tîpa akrep hatin kişandin, di medya sosyal de parvekir. Di dîmene de tê xuyakirin ku berî Atakan jiyana xwe ji dest bide bi 10 deqeyan polîs bi wesaîteke akrep dikeve kolanê û bombayên gazê diavêje ser banê malan. Ji kamerayeke wesayîta akrep dema Akatan dikeve erdê tê tespîtkirin û ji ber tesîra bombayên gazê demek direj mudaxle li Atakan nayê kirin.
Şahidên bûyerê diyar kirin ku di dema bûyerê de kapsula bombaya gazê ku polîs avetên li serê Atakan ketibû, lê Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler jî polîs parastibû ku di dema bûyerê de mudaxle nekirine.